Rozan STAR
Ji desthilatiya nêrane (eril) ya pênc hezar salî hevberdan û di vê yekê de xwe gihandina eþqê xeyal nîn e, berovajiyê vê, arezû û daxwaziya jinê ye. Eger eþq, kelecana ku ji zimanê avabûnê yê gerdûnê tê hiskirin be, hebûna herî nêzîkê wê ku jin bixwe ye, li ser vî bingehî êdî em dizanin ku jin, lêgerînwanê eþqê yê bêdawî ye. Li ser vî bingehî asta azadî û curbicurbûnê bidestxistin, ji bo azadiya jinê yek ji wan esasên herî girîng e. Ji wan niqaþên ku em didin meþandin, ev rastî derdikeve holê. Di vê mijarê de her çiqas nîqaþ têne meþandin, çavên jinan rastiyên nû dibînin. Di hindirê wan çavan de, kûrahiyeke ku ji watedayin, hiskirin û dîtina rastiyên mezin tê, heye. Ew çav, bi biranînên þahîdiya dîrokê dagirtî ne. Ma gengaz e ku mirov þahîdiya dîroka qesabxaneyên bi xwîn neke û xwedî hafizayekî bi êþ nebe? Ew litûfa zekaya nerm a ku xwezayê daye me, em ê bi çi awayî veguherînin qesabxaneyekî bi xwîn û dînemêriya bersivdayînê rave bikin? Di vê mijarê de lêpirsînên ku têne kirin, tenê aîdê dihû nîn in, êþên bê hemta yên roja me ya îro jî di xwe de radigirin.
Mirovê ferzane wiha dibêje; “dîrok niha ye, em jî di kûrahiyên dîrokê de ne”… Pênc hezar sal in ku dîrok bûye gola xwînê û ev çav jî pênc hezar sal in þahîdiya vê yekê dikin. Di mekan û zemanên cuda cuda de, lê belê bêyî ku naverok û cewherê wê biguhere, bi awayekî bêdeng û sakit berdewam dike. Hinek caran eger dengeke cuda jî derbixe, desthilatiya nêrane vê yekê nabîne û nabihîse. Di dîrokê de jî nayên nivîsandin, eger bêne nivîsandin jî xelet têne nîvîsandin. Êþên dîrokê yên ku jin dijîn, wekhev in. Bi serê jinê de bûyerên weke; þewitandin, daliqandin, recmkirin, heqaret lê kirin û hwd. tînin. Tiþta herî biêþ jî ew e ku, ev yek weke çarenûsekê tê pejirandin. Her weke ku mirov hinek kodan li computerê barbike, ev jî wisa ye. Computer bi wan kodan vedibe, bi wan kodan re jî kar dike. Heya ew kod neyên vekirin, kar nayê kirin. Wê demê êdî jin nabe jiyan û di navbera çar dîwaran de hatiye asêkirin, deng û bêhna wê lê hatiye çikandin. Her tim weke hinek kesên din bûyîn, ayîdê wan bûyîn û ayîdê xwe nebûyîn weke heqîqetekê di mejiyê wê de hatiye bicîhkirin. Eger tu ji vê yekê derbikevî, ji bilî mirinê ti þansekî te tine ye (mebest li vê yekê ew e ku, kuþtina fîzîkî, rihî ye û her roj hewl didin ku bikûjin). Dibe ku ez niha rastiyên ku têne zanîn dubare dikim, lê belê xwe gihandina rastiya vê yekê pir girîng e. Ketina ferqa vê yekê, ji bo ku mirov têbikoþe, hecetekî pir cidî ye.
Di bingeh de, rastiya dîrokî ya ku her jinek tîne ser ziman, îfade dike. Her kes difikire ku tenê êþên ku bixwe jiyan kirine, êþên tekane ne û kesên din êþên bi vî awayî nekiþandine. Lê, dema ku ferd kesayeta xwe tehlîl dike, nû nû pê dizane ku ev yek weke sîstemekê hatiye avakirin. Ji ber vê yekê jî, çîroka me hemûyan kêm an jî zêde diþibe hev. Ji ber ku em hemû di nava heman çerxê de derbas bûn. Ji ber vê yekê jî, her jin, weke awêneya (eynik) jineke din e. Di navbeyina jinan de kendal avakirin, xefika zîhniyeta nêrane ye. Pêhesiyana yekem a jinê ya di derbarê van lîstokan de, gava yekem a li dijî sîstemê derketinê ye jî. Êþên guherandina sîstemê û ji bo ku sîstem jî bê guherandin, bi îdîabûn, bi biryarbûn û xwedî ezîmbûn, niha rojeva bingehîn a jinê ye. Ji bo ku keseke din di nava vê çerxê de parçe parçe nebe, têkoþîn û keda vê yekê dayîn, mirov dikare bibêje xwe gihandina xweþikahiya jiyanê ye jî. Hevciviyana jinên Rojhilata Navîn ku di bin vê xweþikahiyê de pêkhat, têkoþîna ji desthilatiya nêrane ya pênc hezar salî û vegera li cewherê xwe ye. Li çiyayên Kurdistanê ev têkoþîn bi salan e tê meþandin û niha jî fêkiya xwe ya herî xweþik jî di qirîna jinên ku bûne xwedî xebatekî kûrewî de dibîne. Ya ku em jê re dibêjin eþq, ango bi wê kelecana ji zimanê gerdûnê yê avabûnê tê hiskirin re! Di vir de rastiya xwe peydakirin, li cewherê xwe vegerîn, tiþta sade jiyankirin û li bilindahiyan gihîþtina hev pêk tê. Çawa ku xweza xwe dixemilîne û xwe radixe pêþberê me, ez dibêjim ku, êdî di van çavan de li gel qesabxaneyên xwînawî divê eþqa azadiyê jî bibîne, divê vê yekê bike heceta jiyanê, dev ji giriyê berde û bikene.