Gerîla TV dîmenê çalakiya 13’ê Mijdarê ya li Çelê weşand ku di encamê de 4 leşkerên Tirk hatin kuştin.
NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:
“Hêzên me roja 13’ê Mijdarê saet 14:30’î li dijî artêşa TC a dagirker ku di navbera Girê Koordîne û girê Petrot ên navçeya Çelê ya Colemêrê rêya leşkerî çêdikir, çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de kepçeyek û wesayiteke leşkerî bi derbên xurt hatin rûxandin. Bi qasî ku hate tespîtkirin di çalakiyê de 4 leşkerên dijmin hatin kuştin.”