Piştî daxuyaniya Cigîrê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî, Hêzên Asayîşa Silêmaniyê bi hinceta “Li Herêma Kurdistanê fermiyeta wê nîn e” navenda Tevgera Azadiya Civaka Kurdistan (Tevgera Azadî) dorpêç kir.
Piştê ku Cigîrê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talabanî ji hesabê xwe yê twîtterê peyamek avêtibû gotibû emê tevahî saziyên nefermî bigrin, îro heza asayîşa Silêmaniyê dor li avahiya Navenda Tevgera Azadî girtin û xwestin ku avahiya Navenda Tevgera Azadî bigrin.
Li ser vê bûyerê rêvebirên Tevgera Azadî dest bi civînek kirin da ku li hember vê rewşê helwestek çawa nîşan bidin. Lê asayişa Silêmaniyê derdorê avahiyê dorpêç kiriye. Tê zanin ev demeke li hember Tevgera Azadî gef tê xwarin.
Tevgera Azadî di sala 2017’an de li gorî qanûna partiyên siyasî ya Destûra Iraqê wekî partiyek fermî hatibû qebulkirin û kongreya xwe lidar xistibû. Tevgera Azadî di heman demê di sala 2014’an de serî li rêveberiya Herêma Kurdistanê jî dabû, lê heta niha bersiva wan nehatiye dayîn.