Li bajarê Tirkiye Stenbol’ê îro serê sibê polêsên dewleta dagirker avêtin li ser gelek malan û 23 kes binçav kirin.
NAVENDA NUÇEYAN- Îro serê sibê polêsên dewleta Tirk li 10 navçeyên bajarê Stenbolê avêtin li ser malên Kurd’an. Bi hinceta ku ji bo salvegera 40’ê min PKK were pîroz kirin amadahî dikin 23 Kes kirin binçav.
Kesên ku hatine binçav kirin birin Mudiriyeta Emniyete Vatan yê Stenbol’ê.
MELETÎ
Li Meletiyê jî di serdegirtina danê sibehê de rêveberên HDP, DBP û ÎHD’ê jî di nav de 7 kes hatin destgîrkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Kesên hatine destgîrkirin. Hevserokê berê yê HDP’ê yê bajêr Ozcan Agdaş, Hevseroka DBP’ê ya bajêr Nermîn Tûncel, Hevseroka ÎHD’ê ya Meletiyê Gonul Ozturkoglû, Hevserokê HDP’ê yê navçeya Battalgazî Ahmet Aksû, Hevserokê HDP’ê yê navçeya Yeşîlyûrtê Azîz Dogan, rêveberê berê yê HDP’ê yê bajêr Hasan Karvan û endamê partiyê Ahmet Tûran Sertkaya.
RIHA
Li Rihayê di serdegirtina doh de 28 kes hatin destgîrkirin. Navê çend ji wan wiha ye: Veysel Erdem, Mûharrem Erbek, aktîvîstê Pirsûsê yê hewldana 78’an Vahît Akgun, Halît Dûrdû, Berîvan Canpolat, Mûstafa Altindag, Mehmet Tamamboga, Halîl Uluk, Abdullah Guven, Îshak Gunduz, Ferhat Unus û xebatkarê radyoya Karacadagê ê meha bihurî hatibû berdan Salîh Erbekler.