Tevgera Ciwanên Şoreşger-Devrimci Gençlik Hareketi (DGH) îlan kir ku ji bo salvegera damezrandina PKK li Amed’ê çalakiyan pêk anîtine.
AMED-Tevgera Ciwanên Şoreşger-Devrimci Gençlik Hareketi (DGH) îlan kir ku ji bo salvegera damezrandina PKK li Amed’ê kesek ku karê hêşbirê dike ji aliyê yekineyên wan ve hatiye cezakirin û di gelek cihan de jî li ser diwaran nîvis hatiye nivîsandin.
Daxuyanî wiha ye:
Yekiniyên me Şehîd Serhildan Garzan li Amed’ê kesê bi navê Y. ku karê hêşbirê dikir ji bo hişyarkirinê hatiye cezakirin. Ger ev kes van karên xwe yen qirêj berdewam bike em ê imha bikin. Ji ber ku me berê jî gotibû ku em ê li hember kesên fihuşker, firoşgerên hêşbirê çalakiyên cezakirinê pêkbînin. Bila tevahî gelê me jî li hember van kesan bihêstiyar tevbigerin. em ê ji vir şunde li hember van kesan zêdetirî radikal tevbigerin.
Dîsa ji aliyê yekineyên me Şehid Serhildan Garzan li Taxê Korhat, Fatîh, Muradiye çalakiyên nivîs li ser diwaran nivîsandinê pêk hatiye. Tevî evqas astengiyên polêsên dewleta dagirker jî ku xwe dixwaze di kolanan cih bike, hêzên me her derê çalakiya nîvisê çêkirinê. Em Diyar dikin ku em ji wan natirsin û em ê her derê çalakiyên xwe berdewam bikin.