Tevgerên Ciwanan yên sosyalîst li bajarê Tirkiye Îzmîr’ê sixurtî ku ji ciwanan re tê ferzkirin teşhîr kirin.
ÎZMÎR-Tevgerên Ciwanan yên sosyalîst li bajarê Tirkiye Îzmîr’ê sixurtî ku ji ciwanan re tê ferzkirin teşhîr kirin.
Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF), Ciwanên Şoreşgerên Sosyalîst û Dev Guc (SDG) hevpar daxuyanî li dar xistin û bertek nîşanî lêferzkirina sîxûriyê ya li dijî endamên xwe dan. Rêxistinên ciwanan li avahiya Şaxa Komeleya Mafê Mirovan a (ÎHD) civîna çapemeniyê li dar xist û pankarta “Ciwan dê li dijî zextan çonga xwe netewînin” daliqandin.
Endama SGDF’ê Alev Ozkîraz daxuyaniyê xwend û diyar kir ku hefteya derbasbûyî polîsan li Îzmîrê sîxûriyê li ser endamên SGDF’ê Erturk Yilmaz, Hîvîda Selen û endamê Dev Guç Ejder Ok ferz kirin e û got: “Desthilatdariya faşîst a AKP û Qesrê jî wek desthilatdariyên berê dixwaze ciwanan bi binçavkirin, girtin û zextan biçewisîne. Çawa ku polîtîkayên din encam negirtin wê ev hewldanên sîxûriyê jî encam negirin. Li gelek deveran hevalên me ji aliyê polîs an jî kesên rûpoşkirî ve tên desteserkirin û sîxûriyê li ser wan ferz dikin. Wê ev zextên faşîst nikaribin têkoşîna me têk bibin. Em ê li her deverê dengê xwe bilind bikin.”