Li gelek cihan binçav kirina welatparêz, şoreşger û demokratan ev çend rojê bi zêde kirinê berdewam dike.
NAVENDA NUÇEYAN- Li gelek cihan binçav kirina welatparêz, şoreşger û demokratan berdewam dike. Li Agirî 49 kes, Li Şirnex 50 kes, li Çewlig’ê 5 kes, li Mêrdin’ê 16 kes hatin binçavkirin. Serê sibê ji Li Stenbol, Meletî û Riha’yê 61 kes hatibû binçavkirin.
ŞIRNEX
Li navenda Şirnex’ê, navçeyên wê Cizîr, Hezex, Qileban û Silopî’yê İro avêtin ser gelek malan û bi hinceta ku li ser medyaya civakî propagandaya rêxistînî kirine 50 kes hat binçav kirin.
AGIRÎ
Li navenda Agirî û navçeyên wê Dutax, Bazîd, Diyadîn, Eleşkirt û Panosê di derheqa 54 kesan de bi hinceta ”endamê rêxistiniye”, ”ji rêxistinê re alîkarî kiriye” û ”propagandayê rêxistinê” kiriye biryara binçavkirinê hat dayin. Bi avêtina ser malan de 49 kes hat binçav kirin.
MELETÎ
Li Meletiyê jî di serdegirtina danê sibehê de rêveberên HDP, DBP û ÎHD’ê jî di nav de 7 kes hatin destgîrkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Kesên hatine destgîrkirin. Hevserokê berê yê HDP’ê yê bajêr Ozcan Agdaş, Hevseroka DBP’ê ya bajêr Nermîn Tûncel, Hevseroka ÎHD’ê ya Meletiyê Gonul Ozturkoglû, Hevserokê HDP’ê yê navçeya Battalgazî Ahmet Aksû, Hevserokê HDP’ê yê navçeya Yeşîlyûrtê Azîz Dogan, rêveberê berê yê HDP’ê yê bajêr Hasan Karvan û endamê partiyê Ahmet Tûran Sertkaya.
RIHA
Li Rihayê di serdegirtina doh de 28 kes hatin destgîrkirin. Navê çend ji wan wiha ye: Veysel Erdem, Mûharrem Erbek, aktîvîstê Pirsûsê yê hewldana 78’an Vahît Akgun, Halît Dûrdû, Berîvan Canpolat, Mûstafa Altindag, Mehmet Tamamboga, Halîl Uluk, Abdullah Guven, Îshak Gunduz, Ferhat Unus û xebatkarê radyoya Karacadagê ê meha bihurî hatibû berdan Salîh Erbekler.