Li Wargeha Mexmûrê 41’emîn salvegera damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê hat pîroz kirin.
MAXMUR- Li Wargeha Mexmûrê 41’emîn salvegera damezrandina Partîya Karkerên Kurdistanê hat pîroz kirin.
Gelê Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî bi coş û kelecaniyek mezin 27’ê Mijdarê pîroz kirin. Pîrozbahî li qada çand û hûner a Wargehê hat li darxistin. Ciwanên wargehê jî bi meşekî leşkerî û bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe “ ket qada pîrozbahiyê. Dîsa xwendevanên YXA jî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” ketin qada pîrozbahiyê. Ciwana jî di derbarê wê rojê de hest, coş û kelecana xwe wiha anîn ziman.
Jina ciwan a bi navê Zîlan Şen li ser Damezirandina PKK’ê wiha got: “Ez 41’emîn salvegera damezrandina PKK’ê di serîda li Rebêr Apo û tevahî gelê me pîroz dikim. Ez wek jinek ciwan vê rojê, wek roja nûbûyîna Kurd dibînim.” Her wiha Şen da diyarkir ku ”Pewîste em wek ciwan her rojê xwe bikin wek roja 27’ê Mijdarê û li gor wî jî tevbigerîn û pewiste em wek jinên ciwan bi biryardariyek xurt tevlî vê berxwedaniya rûmetê bibîn.”
Her wiha ciwanê bi navê Rojhat Alturk ji hestê xwe anî ziman û got: “27 Mijdarê wekî ronakbûyîna gelê Kurde, pêşxistinê ku gelê Kurd daye destpêkirin ji ber wê roja bi nirx û pîroz hatîye destpekirin. Jiber vê jî pewiste em wek ciwan xwedî li nirxê ku hatine avakirin derbikevîn û tekoşîna xwe hîn zêdetir mezin bikîn.”
Alturk wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pewîste em Wek ciwan di çerçewêya pengava Serî Hilde de bi çalakîyên xwe, bi sekna xwe, em xwedî li Rebertiyê xwe derkevîn.”
“ Duh Di Huzura Gel De Ava Bû, Îro Berxwe Bide, Sibê Mutlaqa wê azad bibe.”
Mazlum Yaman jî kelecaniya xwe ya ji bo 27’ê Mijdarê wiha anî ziman: ”Wek ciwanekî, 27’ê Mijdarê di serîde ji Rêber Apo û tevahî gelê me yê welatparêz re pîroz dikim. Civaka Kurd dema ku em li dîrokê mêze dikîn, hertim hatiye bindest kirin, êrîşe cur bi cur li ser hatine meşandin. Ava kirina rêxistinekî û ava kirina rojek wiha li dijî dagirkeriyê rolek pir sereke ye. Di heman deme de li dijî dagirkeriyê tekoşîn kirine û Serî rakirine. Li ser bingehê netewa demokratik em wek ciwan li himber zordariyê, li himber faşîzmê pêwîste em tekoşîna xwe bilintir bikîn.”
Her wiha Yaman diyar kir kû,”Wekî Çûkekî çawa kû ji qafesa xwe derdikeve, çawa kû daristanekî hişkbûyî ji nû da şîn bibe, her wiha PKK jî ji bo civaka Kurd, ji bo me ciwana tê wata jinû de xwe afirandinê. Ez wek ciwanekê ê wargeha Şehîd Rûstem Cûdî dibejim ku Tecrîda ku li ser Reberê me û civaka me tê meşandin li hemberê wî Serî Hildin.”
Me bi PKK’ê xwe naskir
Ciwana bi navê Rûken Alturk jî derbare 41’emîn Damezrandina Salvegera PKK’ê de axavî û coşa xwe anî ser ziman: “Ez vê roja dîrokî di serî de li Reber Apo û tevahî gelê me pîroz dikim. Ev roj ji bo me rojekî pir dîrokiye ku êdî wek gelê Kurd em têne nasîn, dîsa em xwe bi xwe nasdikin. Bi felsefeya Rebertî em jiyan dikin sedemê vê ew roja pîroz û bi nirxe.”
Dawiya axaftine xwe de Alturk diyar kir ku duh di huzura gel de ava bû, îro berxwe bide, sibê ê mutlaqa wê azad bibe û bangawaziya min ji ciwanê Kurdistanê ewê ku Serî Hildin.