Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Bern, Lozan û Cenevre yên Swîsre salvegera 40’ê ya PKK’ê bi aktivîteyan pîrozkirin.
BERN
Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger li lokala CDK’ê salvegera 40’ê ya PKK’ê bi şahiyekê hate pîrozkirin. Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir. Di şahiyê de gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên xîtabî ciwanan dikin hatin guhdarkirin. Pîrozbahî bi dirûşim û gerandina govendê ve bi dawî bû.
LOZAN
Bi pêşengtiya Tevgera ciwanên Şoreşger, Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Lajin li Lozanê li pêşiya Dêra St. Laûrentê mîtîngek hate lidarxistin. Di mîtîngê de salvegera damezirandina PKK’ê hate pîrozkirin, tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin. Piştî belavoka Fransî ya ji aliyê CDK’ê ve hatibû amadekirin hate xwendin û şûnde çalakî bi dawî bû.
CENEVRE
Ji aliyê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger ve di saetên şevê de pankarta ‘Sala 41’ê ya PKK’ê pîroz be’ hate daliqandin.