Li navçeya Amed Licê’yê qedexeya ku 26’ê Mijdarê ji bo 11 gund û gundikan re hatibû ilan kirin hat rakirin
LICÊ- Li navçeya Amed Licê’yê qedexeya ku 26’ê Mijdarê ji bo 11 gund û gundikan re hatibû ilan kirin hat rakirin.
Ji bo hinceta ku li hember gerillayên azadiyê operasyon bikin li Kurdistan’ê di gelek qadan de qedexeya derketina derva tên îlankirin. Dewleta dagirker bi hincetan dixwaze ku gelê Kurdistan’ê di bin zilm û zextekê mezin de bigire. Ji wan qadan yek jî ku herî zêde qedexe tê îlankirin Licê ye. Herî dawî jî di 26’ê Mijdarê li 11 gund-gundikên Licê qedexe hatibu îlankirin û leşkerên dagirker ketibûn liv û tevgerê. Lê tevgera artêşa dagirker vala derket û îro hat ragihandin ku qedexe hatiye rakirin.