Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li Qeladizê bi daxuyaniyekê 40. salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin û bang li ciwanan kirin ku tevlî xebat û têkoşînê bibin.
QELADIZ-Li Qeladizê ya Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer bi daxuyaniyekê 40. salvegera damezirandina PKK’ê pîroz kirin.
Daxuyanî ji aliyê Komeleya Gencanî Welatparêzên Kurdistanê Mezlûm Fedekar ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; “Di serî de em 40. salvegera damezirandina PKK’ê li Rêber Apo, şehîdên şoreşê û gelê Kurd ê welatparêz pîroz dikin. Em weke ciwanên Başûrê Kurdistanê di vê rojê de tevlêbûna xwe ya qonaxa duyemîn a ‘Serî Hilde ‘ îlan dikin û dawî li faşîzma Erdogan tînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de ev bang tê kirin; “Em di vê rojê de bang li ciwanên Başûrê Kurdistanê û hemû ciwanên azadîxwaz dikin ku tevlî xebat û têkoşîna bibin û erka li ser milê xwe pek bînin dikin. Em li vir soz didin Rêber Apo, şehîdan û gelê Kurd xebat û têkoşîna xwe berdewam bikin.”