Li bajarê berxwedana serdemê Efrîn’ê ji aliyê şervanên YPG-YPJ çalakiyên bi bandor tê lidar xistin
EFRÎN- Li bajarê berxwedana serdemê Efrîn’ê ji aliyê şervanên YPG-YPJ çalakiyên bi bandor tê lidar xistin. Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandina YPG 2 çalakiyên bi bandor pêkhat û 7 çeteyên dewleta tirk hat kuştin.
Daxuyaniya YPG wiha ye:
Di çarçoveya pêngava dûyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê hêzên me li gundên navçeya Şêrawa û navenda Efrînê 2 çalakiyên cûda yên bi bandor li dijî komên çete yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker li dar xistin. Di der barê çalakiyan de agahiyên berfireh wiha ne;
1. Di dîroka 26’ê Mijdarê yekîneyêk me li ser riya di navbera navenda Efrînê û gundê Basûtê ya girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyek sabotajê li dijî seyareyek leşkerî ya girêdayî çeteyên koma Firqet el-Hemze li dar xistin. Di encama çalakiyê de seyare bi temamî hat rûxandin. Her wiha 4 çete hatin kuştin û 2 çete jî bi giranî birîndar bûn.
Heman demê yekîneyek me li gundê Gobelê ya girêdayî navenda Efrînê çalakiyek li dijî seyareyek leşkerî ya girêdayî çeteyên Cebhet el-Şamiyê lidarxistin. Di encama çalakiyê de çeteyek hate kuştin.
2. Me di daxûyaniya xwe ya 24’ê Mijdarê de ragihandibû ku yekîneyek me li ser riya Birc Heyderê ya girêdayî navçeya Şêrawa çalakiyek sabotajê li dijî seyareyek leşkerî ya girêdayî çeteyên Feylaq el-Şam lidarxistibûn û di encama çalakiyê de 2 çeteyên ku bi giranî birîndar bibûn ragihandibû, hatine kuştin.
https://youtu.be/rcYnZIsEmCo
https://youtu.be/wg2C8kBM1EM