Filmê 14’ê Tîrmehê ya li ser berxwedana pêşengên PKK’ê yên li Girtîgeha Amedê biryar bû ku di 1’ê Kanûnê heta 7’ê Kanûnê li Sînemaya Salim a Silêmaniyê were pêşandan, lê ji aliyê asayîşa giştî ya Silêmaniyê ve pêşandana wê hate astengkirin.
SILÊMANÎ-Biryar bû ku li Sînemaya Salim a Silêmaniyê di 1′ Kanûnê de Filma 14’ê Tîrmehê ya li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Girtîgeha Amedê ku Haşim Aydemîr derhêneriya wê kiriye were pêşandan, lê Rêveberiya Sîmeya Salim bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Asayîşa Silêmaniyê rê nade film were pêşandan. Rêveberiya Sîmeya Salim daxwaz ji Wezareta Rewşenbîrî, Walîtiya Silêmaniyê û Rêveberiya Rewşenbîrî ya Silêmaniyê kir ku rewşê zelal bikin.
Piştî ku filmê 14’ê Tîrmehê beşdarî festîvala Filman a Silêmaniyê bû, li ser daxwaza gel wê film ji 1’ê Kanûnê ve li Sînemaya Salim a Silêmaniyê bihata pêşandan, ji bo destûra fermî hatibû dayîn were pêşkêşkirin, lê niha Asayîşa Silêmaniyê bêyî ku sedemekê eşkere bike temaşekirina film asteng dike.
Di daxuyaniya Sînemaya Salim a ku li ser hesabê wê yê tora civakî hatî parvekirin wiha tê gotin; “Ji aliyê asayîşa giştî ya Silêmaniyê ve bi me re peywendî hate kirin û ji me re gotin ku, ‘Bi ti awayî rê nadîn film were pêşandan’. Her çiqas me daxwaza nivîsa fermî kir. Lê bersiv nedan. Tenê gotin ku ‘serê xwe neêşînin’ ji ber ku qet rê danîn ev film were pêşandan. ”
Rêveberiya Sînemaya Salim işaret bi van metirsiyan dike; “Kînekî eşkere ya li hemberî azadiya ragihandinê ye. Ji derveyî sansurekî zelal tiştekî din nîne. Ev sansur carek nivîskar û rojnamegeran dikuje û carekê jî filmê şoreşgeran sansur dike. Em planên navneteweyî yên bi pêşengiya Tirkiye, Amerîka û welatên bi hêz ên li dijî beşek ji xebata azadîxwaz û neteweya xwe fêm dikin. Di berdewamkirina vê de, êrîşên weke beşek ji dîroka nokerî û teslîmbûna desthilata xwemalî ya ji bo razîkirina dagirkeran fêm dikin. Em di wê baweriyê de ne ku li dijî îradeya gelê Kurd û hemû xebata bi salane li Başûrê Kurdistanê bi sedan şehîd dane ye. Bi taybet ji bo razîkirina dagirkerane. Herwiha timî desthilatdar ji huner û çalakiyên çandî ditirse. Divê Wezareta Rewşenbîrî, Rêveberiya Giştî ya Rewşenbîriya Silêmaniî û Waliyê Silêmaniyê ku berpirsê yekem ê vî bajarî ye helwest nîşan bidin û mijarê zelal bikin. Vê ew biryar rewşa me du qat din girantir bike. Wê ev biryar bandoriyê li hemû civakê bike. “