Piştî ku Asayîşa Silêmaniyê ji Sînemaya Salim re got ku hûn nikarin Filmê 14’ê Tîrmehê pêşan bidîn, Wezareta Hundirîn a Herêma Kurdistanê ev biryar red kir û got, film dikare were pêşandan.
Biryare ku li Sînemaya Salim a Silêmaniyê di 1′ Kanûnê de Filma 14’ê Tîrmehê ya li ser berxwedana 14’ê Tîrmehê ya Girtîgeha Amedê ku Haşim Aydemîr derhêneriya wê kiriye were pêşandan, lê Rêveberiya Sîmeya Salim îro bi daxuyaniyekê eşkere kirîbû ku Asayîşa Silêmaniyê rê nade film were pêşandan. Li ser mijarê wekîlê Wezareta Hundirîn Calal Şêx Kerîm û Cîgirê Rêveberê Rêveberiya Huner û Rewşenbîrî ya Silêmaniyê Azad Bayiz ji Rojnewsê re axivîn.
Wekîlê Wezareta Hindirîn Calal Şêx Kerîm li ser mijarê ev agahî dan; “Li gel Wezareta Rewşenbîrî û Rêveberiya Giştî ya Asayîşa Silêmaniyê ez axivî me. Ti pirsgirêka wî filmî nîne. Berê di festîvala Silêmaniyê û Dihokê de hatiye pêşandan. Dikare were pêşandan. Rê lê nayê girtin.”
Cîgirê Rêveberê Rêveberiya Huner û Rewşenbîrî ya Silêmaniyê Azad Bayiz eşkere kir ku agahiya wan ji biryara Asayîşa Silêmaniyê ya ji bo rawestandina filmê 14’ê Tîrmehê nîne.
Li gorî agahiyên ku hatine bi destxistin, piştî ku asayîşa Silêmaniyê ji Sînemeya Salim re gotiye ku hûn nikarin film pêşan bidin, careke din peywendî bi wan re kiriye û ragihaniye ku mijar şaş fêm kirine û dikarin film nîşan bidin.