Li bajarê Tirkiye Îzmîr’ê li dijî endamên Kollektîfa Xwendekaran Karê sixurtî tê ferz kirin.
ÎZMÎR- Li bajarê Tirkiye Îzmîr’ê li dijî endamên Kollektîfa Xwendekaran Karê sixurtî tê ferz kirin. Endamên Kollektîfa Xwendekaran bi daxuyaniyekê çapameniyê diyar kirin ku 3 kesên ku xwe wekî polês didin nîşandan diçe gel hevalekê wan ê Zaningeha 9 Îlonê û jê re sîxurtî ferz dike.
Endamê Kolektîfa Xwendekaran Ugurcan Akyol, di civînê de axivî û wiha got: “Ciwan ji bo gel têdikoşin, lê rastî hemû zext û êrîşan tên. Qeser û hêza wê ya çekdarî, bi zextan hewl didin hevalên me yên zanîngehan bikin sîxor. Di hefteya derbas bûyî de, hevalekê me yê Zanîngeha 9 Îlonê ji bo karê leşkeriyê diçe ji Qereqola Pinarbaşi gazî wî dikin. Hevalê me li ser vê diçe qereqolê. Li ber qereqolê 3 kesên xwe weke endamên TEM’a Îzmîrê nîşan didin, pirsan jê dikin. Em ê tu carî li hemberî van tacîz û gefan bêdeng nemînin. Dê hemû polîtîkayên tirsê yên desthilatdariyê û hêzên ewlekariyê bi ser nekevin. Emê li dijî polîtîkayên ajantiyê bêdeng nemînin.”