Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandina HPG 24’ê Mijdar’ê li Qilebana girêdayê bajarê Şirnex’ê li dijî leşkerên dagirker çalakiyên berfireh hat lidarxistin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li gor daxuyaniya Navenda Ragihandina HPG 24’ê Mijdar’ê li Qilebana girêdayê bajarê Şirnex’ê li dijî leşkerên dagirker çalakiyên berfireh hat lidarxistin. HPG got ku bi sê milan ve artêşa dewleta dagirker hatiye xistin û 10 leşker hatiye kuştin. Her wiha 2 gerilayên HPG jî şehîd ketiye.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:
“Roja 24’ê Mijdarê saet navbera 08:30 û 09:30 de, li navçeya Qilaban a Şirnexê li dijî Girê Radar, Kêlka Sînor û Qereqola Şivan hêzên me ji 3 baskan ve çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên li Girê Radar, Kêlka Sînor û Qereqola Şivan hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin, 10 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi tank, obus, hawan û balafirên şer bombe li herêma çalakiyê barand. Ji ber vê bomberdûmanê 2 hevalên me şehîd bûn. Agahiyên li ser nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re bên parvekirin.”