LEZGÎN- Hêzên gerîla li Çelê li artêşa Tirk xistin

Gerîlayên HPG/YJA Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrîşên hewayî yên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hêzên me roja 27’ê Mijdarê saet 11’an li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî artêşa TC a dagirker a li se

Hêzên me 28’ê Mijdarê saet 13:30’î li dijî leşkerên dijmin ên li ser girê Şehîd Colemêrg ê Çelê çalakiyek pêk anîn. Di vê çalakiyê de derb li çeperên dijmin ên li ser gir hate xistin, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Hêzên dagirker piştî çalakiyê hawan û obus avêtin herêma çalakiyê.

ÊRÎŞÊN BI BALAFIRÊN ŞER

28’ê Mijdarê saet navbera 15:50 û 16:30’î balafirên şer ên artêşa TC a dagirker quntara Girê Şekîf ê herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê û qada Şehîd Kendal a li navçeya Qilaban a Şirnexî bomberdûman kirin.

Balafirên şer 29’ê Mijdarê (îro) saet 08:30’î bombe li derdora Çemê Xakurkê yê Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber bomberdûmanê zerar û ziyan negihîşt hêzên me yên gerîla.

3 GERÎLA ŞEHÎD BÛN

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 27’ê Mijdarê saet 09:30’î bombe li qada Saca ya herêma Zapê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Ji ber vê bomberdûmanê hevalên me Arîn, Avesta û Zîlan şehîd bûn.

JI BO BÎRANÎNA WAN EM Ê ALA AZADIYÊ HER LI BA BIDIN

Her sê hevrêyên me ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û gelê me tevlî nava têkoşîna şoreşê bûn, li nava refên gerîla bi kedkarî û li refên herî pêş her tim bi erk û wezîfeya xwe rabûn. Zanibin ku ev cîhana xerabiyên wê gelek in ancax bi azadiya jinê dikare bedew bibe, di asta herî bilind de hewl dan xwe di Îdeolojiya Azadiya Jinê de şareza bikin. Ji me re jî berpirsyariyên girîng hiştine. Bi bilindkirina ala azadiyê em ê xwedî li bîranînên wan derkevin. Li ser vê bingehê, bila serê malbatên şehîdên me yên hêja û gelê me yê welatparêz sax be. Em soz didin ku ala azadiyê ya ku şehîdan radestî me kirin e, em ê her li ba bidin.”

Li gorî daxuyaniyê, nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Arîn Colemêrg
Nav paşnav: Hulya Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Asya-Dirbaz
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Mijdara 2018’an / Zap

Nasnav: Avesta Kahraman
Nav paşnav: Elîfe Mele Nahsan
Cihê jidayikbûnê: Efrîn
Dayik-bav: Latîfa-Nûrî
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Mijdara 2018’an / Zap

Nasnav: Zîlan Devran
Nav paşnav: Nûrşen Butuşaba
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Nesîhat-Mûharrem
Dem û cihê şe

hadetê: 27’ê Mijdara 2018’an / Zap

Nivîsa Pêş