Tevgera Ciwanên Şoreşger(DGH) yê Bakurê Kurdistan bi daxuyanekê ragihandin ku yekineyên wan li Stenbol û Kocaelî’yê çalakiyên bi bandor pêkanîtine.
Koordînasyona DGH’ê daxuyaniyeke nivîskî da û got, “Tîma me ya Zekî Şengalî li gelek navçeyên Stenbolê di meha Mijdarê de çalakî pêk anîn. Çalakî li dijî depoyeke elektrîkê, 3 wesayitan û 2 febrîqeyan hatin lidarxistin.”
DGH’ê diyar kir, li Avcilarê depoya malzemeyên elektrîkê hate şewitandin û di encamê de depo bi temamî şewitî. DGH’ê ragihand, li Beyoglûyê jî 3 wesayit hatin şewitandin.
Li gorî daxuyaniyê, 20’ê Mijdarê li navçeya Tûzlayê febrîqeyeke boyaxê, 22’ê Mijdarê jî li navçeya Gebze ya Kocaeliyê febrîqeya paletan hatin şewitandin. DGH’ê diyar kir, her du febrîqe bi temamî îmha bûn.