EDENE – Meclîsa Ciwanan a HDP’ê ya Edeneyê li dijî binçavkirin û girtina endamên Meclîsa xwe derketin û got: “Em ê çonga xwe netewînin.”
Meclîsa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Edeneyê li dijî binçavkirin û girtina endamên Meclîsa xwe ya demên dawî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Seyhanê civîna çapemeniyê li dar xistin. Ciwanan pankarta “Ciwan dê li dijî zext, binçavkirin û girtinan çongê netewînin” daliqandin. Endamê Meclîsê Bayram Ektîren daxuyanî da.
Ektîren diyar kir ku herî dawî rêveberê rêxistina HDP’a Edeneyê Mehmet Kiran jî di nav de gelek ciwan bi fezlekeyên dûrî aqil hatine amadekirin û binçavkirin û hemû aliyên muxalîf û ciwan bi vê pêla binçavkirinê ya rêveberiya dewletê ya heyî re rû bi rû mane. Ektîren da zanîn ku gelek bajaran ciwan tên revandin û sîxûriyê li wan ferz dikin û ciwan li dijî van pêkanîn li ber xwedan didin û dê bidin.
‘EM Ê ÇONGA XWE NETEWÎNIN’
Ektîren anî ziman ku hemû pêla binçavkirin û girtinan bêhiqûqî û kêfî ye û ciwanên têkoşîna demokratîk didin dê li dijî van êrîşan jî paş ve gav neavêjin û têbikoşin. Ektîren got dewlet dixwaze bi hiqûqek kêfî têkoşîna ciwanan têk bibe û sedema van êrîşên li dijî maf û azadiya ciwanan jî bi krîza nava îktîdarê ve girê da. Ektîren diyar kir ku ew ê tu demê li dijî binçavkirin, girtin, revandin û ferzkirina sîxûriyê serî netewînin û got: “Di dîrokê de yên çonga xwe netewandine bi ser ketine. Em ê jî wek ku Mehmet Tunç got ‘em ê di jêrzemînên hovîtiyê de çonga xwe netewînin’ serî rakin û çonga xwe netewînin. Bila îktîdar baş dizanibe em ê tu demê radestî zext, binçavkirin û girtinan nebin.”