Piştî dagirkirina Efrîn ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve, bi sedan sivîl hatine revandin û kuştin. Bi sedan mal hatine talankirin û çeteyan dest danîne ser mal, milk û zeviyên sivîlan. Êdî hatiye astekî wisa ku dagirker di kiryarên xwe yên qirêj de sînor nasnakin.
NAVENDA NÛÇEYAN-Ev 7 mehin binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker li dijî sivîlên Efrînê didomin. Rewşa Efrîn ji çarçoveya talan, dizî, revandin û işkence dûrneketiye, lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kiryarên xwe yên kirêt û xirab zêde kirine û gef li wan dixwûn ji bo sivîl neçar bimînin ji Efrînê derkevin.
Ji ber kiriyarên wan ên hovane ev demeke derketina sivîlan ji Efrînê zêde bûye. Dewleta Tirk jî sud ji vê rewşê digire. Bi dehan sivîl ji ber mayinên dewleta tirk ku li derdora Efrîn kiribû jiyana xwe ji dest didin. Her wiha malbatên çeteyan di malên sivîlan de tên bicîh kirin. Her ku diçe rewşa welatiyên Efrîn xirabtir dibe. Bi taybet bi kêmbûna xizmetguzariyê û metirsiyên gelên Efrînê ji gefa dagirkeran zêde bûye bi hiceta ku têkiliya wan bi tevgerê re heye.
2 HEZAR Û 500 SIVÎL HATINE REVANDIN
Ji destpêka dagirkerina Efrînê ve zêdeyî 2 hezar û 500 sivîl hatine revandin, di nav de 145 jin û zêdeyî 850 kes çarenûsa wan ne diyar e.
Çeteyên dewleta Tirk digrin ser gundan, ciwan û zilamên gund direvînin û îşkence li jinan dikin. Her wiha milkên wan talan dikin. Piranî gundiyên ku ji aliyê çeteyan ve tên revandin jî aqubeta wan ne diyarin. Ji ber ku çete wan ber bi cihên ne diyar ve dibin. Li gor agahiyan kesên ku ji aliyê çeteyên Ehrar El Şerqiye û Firqet Hemze ve dîl tên girtin bi armanca ku fidiyê bidin çeteyan hatine revandin.
Gelek caran welatî tevî malbatên xwe ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatin îşkencekirin û pereyên wan hat dizîn. Li gel vê yekê mal û milkên ku tên dizîn jî çete di navbera xwe de difroşin. Hat zanîn ku çend welatiyên ku hatibûn revandin bi kehrebe (ceyranê) îşkence kirin û kuştin.
Di dîroka 02.10.2018´an de çeteyên Firqêt Elhemzet, hewil dan ku mal û erebeyên sivîlên gundê Holîlê yê girêdayî navçeya Reco bidizin û talan bikin, lê dema ku sivîlên gund pê hesiyan yekser pevçûn navbera sivîlan û çeteyan de derket holê, piştre çete ji gund vekişiyan. Û piştre bi saetekê çeteyan mayînek destan li kêlek Şaredariya gundê Hec Xelîl teqandin û xistin stûyê sivîlên gundê Holîlê û bi vê hincetê 3 sivîl ji gund girtin. Yek ji girtiyan muxtar Celal Bîlik bû ku piştî lêdan û îşkenceyê hat berdan.
GUNDIYAN ÎŞKENCE DIKIN Û LI JINAN DIDIN
Çeteyên Firqêt Elhemzet kiryarên pir hovene derheqê gundiyan dikin, bi êvarî bi hinceta teftîş(kontrol)kirinê oparsiyona li ser gundan çêkdikin. Lê li gor agahiyan di operasyonekê de ku li ser gundê Goliya Jorîn û yê Jêrîn kirin de, jinên gund kom kirin û gul(nemîn) avêtin derdorî wan û lêdan. Lêdana jinan li ser zilamên gund bikar anîn û îşkence kirin. Piştre sivîl hatin gel Polîsa Medenî li navneda navçeyên ji bo ku giliyek derheqê van kiryaran de pêşkêş bikin, lê ew gilî red kirin û qebûl nekirin.
DÎROK Û ŞARISTANIYA EFRÎN WINDA DIKIN!
Di heman demê de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin dîrok û şaristaniya Efrînê winda bikin. Çeteyan piştî ku Keleha Nebî Hûrî rûxand, niha jî Girê Endare, Girê Cendirêsê û hindek deverên din ji gundê Meydan Ekbes û Elbîske yên navçeya Raco dikolin û diziya şûnwaran dikin.
Binpêkirinên hekûmeta Tirkiyê gihişt asta ku ji holêrakirina dîroka hêrêma Efrînê.
Hat zanîn ku talan û dizî li keleha Nebî-horî ku li gundewarê bakûrê bajarê Efrînê li ser sînorê Tirkiyê ye bi awayekî rast e rast hat kirin.
Li gor raportên çavdêriya Sûrî ya ji bo mafên mirovan bi belge û video piştrast dike ku yên dizî û talanan dikin ji aliyê faktorekî operasyonên leşkerî li Efrînê dimîne hatiye lidarxistin. Ew feyleqa yekemîn e bi ser artêşa netewî ya ku hekûmeta Tirkiyê avakiriye .
Bi destpêka ji hevketina ewlekariya civakî û belavbûna berpirsyariya di navber her du aliyan , rêjîma sûriyê û girûpên bi navê muxalîfa ku xwe bi opezsyonê temsîldikin , di heman demê de tinebûna berpirsyariya rêjîma sûriyê li ser wan herêman , ev cihên arkelogî bê kontrol man hişt ku hikûmeta tirkiyê bi rêya çeteyên bi ser wê ve ku diziyê û talanan pêk bînin , teştê balkêş ewe ku bi aweyeke aşkere çeteyên talana kolandina binerdan bi amurên herî pêşketî dikin. Her wiha hat zanîn ku ew amûr ku bi rêya dewleta Tirkiyê hatine piştgirîkirin ji bo lêgerîne cihên dîrokî li Efrînê.
Di 06.10.2018 an de dagirkerên Tırkan ji bo şûnwar û tiştên dîrokî yên li Efrînê lêkolîn destpêkirin. Vedîtin û lêkolîna derbarê tiştên şûnwaran û yên dîrokî yek ji mijarên xwe yên herî sereke ye. Bi riya maşîneyan gira Hilobiyê girêdayî navçeya Şera yê dîrokî dikolînin û xerab dikin. Her wiha gira Meydankê yê dîrokî yê li rojavayî gundê Meydankê ye dikolînin û xirab dikin. Li gel vê jî keleha Nebî Hûrî jî xirab dikin û wêran dikin bi hîceta ku li şûnwaran digerin.
BERHEMÊN ZEYTÛNAN DESTESER DIKIN
Di 27.10.2018 an de Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hemû berhemên zeytûnan li gundê Feqîra yê Êzidiyan desteser kirin. Li gor agahiyan, çeteyan herêmeke taybet ji bo zeytûnan ava kir da ku ji wê derê ber bi Tirkiyeyê ve bişînin. Bi taybet hilbirînên zeytûnan tên talan kirin û nahêlin ku welatî biçin nava zeviyên xwe.
Li gorî çavkaniyên herêmî, çeteyan li gundên navçeyên Şera û Bilbilê, zeviyên di navbera gundê Naza û devera Keleha Nebî Horî de, deşta gundê Qizilpaş, Bilêlê, Alçiya, gundên li ser sînorê Ezazê bi deh hezaran dar ji zeytûnan hilbirandine.
Her wiha berhemên zeytûnan li gundê Telef, Keferzêta yê navçeya Cindirêsê, gundê Marata, Coqa, Tor Tewîl ê navenda bajarê Efrînê dizîn û darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Mustefa Şahîn ku beriya çend meha ji aliyê çeteyan ve li bajarê Efrînê hatibû kuştin, desteserkirin.
Çavkaniyekî diyar kir ku çete li nava zeviyên gundên Berbenê yê Racoyê, gundên Sêwiyê û Heyatê yê Mabatayê digeriyan da ku nas bikin bê ka şênî zeviyan berhef dikin yan na. Dema yek bibînin, zeviyên wî desteser dikin.
Destdirêjiya leşkerên artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê ji dema dagirkirina wan a herêma Efrînê ve derbarê welatiyên kantona Efrînê de zêde dibe. Li hemberî van destdirêjiyan jî rêxistinên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan û civaka navneteweyî û herêmî bêdengiya xwe didomînin. Ev destdirêjiyên dagirkeriya Tirkiyeyê hemû pîvan û qanûnên navneteweyî yên girêdayî mafên mirovan derbas kiriye.
NIRXÊN PÎROZ TÊN XIRAKIRIN
Artêşa Tirk a dagirker hovîtî û kiryarên xwe yên qirêjî li Efrînê didomînin û cihên olî xira dikin. Li gorî çavkaniyekî ji navçeya Mabata, çeteyên bi navê Ehrar El-Şerqiye yên girêdayî artêşa Tirk a dagirker, cihê pîroz ê Elewiyan ê bi navê Av Gîrê xira kir û tiştên li wê derê dizîn. . Her wiha kiryarên hovane derbarê civaka Êzidî de jî didomînin û hemû cihên wan ên pîroz tên rûxandin.
DEMOGRAFIYA EFRÎN TÊ GUHERTIN
Dewleta tirk û çeteyên wê li gel dizî, kuştin û talankirinê, dixwaziin guhertina demografya jî pêk bînin. Her wiha xwezaya Efrîn dişewitînin û daristanan tine dikin.
Piştî ji cihkirina bi sed hezaran kes ji bajarê Efrînê li bakûrê sûriyê û di çarçoveya pêşvebirina gavên ji guhirtina demografîk de niştecihgehên resen didin koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyên ên ji Şam, Humis, Dera û hwd li kantona Efrînê bi cih dike. Artêşa dagirker bi armanca ku mayîna malbatên çeteyan li kantonê mayinde bike, niştecihgeh û avahiyan ji bo wan ava dikin.
Her wiha malbatên ji îdlîb û cerablûsê tînin jî di malbatên efrîniyan de bicîh dikin. di dîroka 19.09.2018 de artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê malbatên Idlibî li gundê Kokana Jêrîn a navçeya Mabatayê li malên welatiyên Efrînî bi cîh kirin.
Li gorî agahiyan, artêşa Tirk a dagirker zêdetirî 80 malbatên ji gundewarên Hums û Hemayê li herêma Xirabê Şera bi cih kirine. Li gel berdewamkirina guhertina demografyaya herêmê, hejmara malbatên ku li Efrînê bi cih bûne hema bêje bi qasî hejmara şêniyên wê yên resen bûye.
Girêdayî mijarê “Meclisa herêmê” ya ku fermanên xwe ji MİT digire di vê heftiyê de daxuyaniyek derxist, avakirina avahî û niştecihgehan ragihandin. Armanca dagirkeran ji vê yekê ew e ku hebûna malbatên çeteyan li herêmê rewa û mayinde bike. Li ser vê yekê dest bi avakirinê li herêma Çiyayê ya rojavayê gundê Mêremîn ê navçeya Şera kirine. Dagirkeran bi sedan malbatên ku ji Xûta û Qelemûn ên gundewarên Şamê koçber bûne li gundên navçeya Raco û Cindirêsê bi cih kirin û nahêlin şêniyên kantonê yên resen vegerin malên xwe.
Artêşa Tirk ya dagirker û çeteyên wê darên çiyayê Satiya ya girêdayî navçeya Cindirêsê û çiyayên navçeya Meydankê şewitandin, li navçeya mabata û taxa mehmûdiyê ya girêdayî efrîn agir bi darê welatiyan xistin.
Di heman demê de Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Firqet El-Hemzat, Sultan Murad, Feyleq El-Şam, Ehrar El-Şam û hin girûpên din darên gund û navçe û navenda bajarê Efrînê qût dikin û difroşin.
NASNAMEYÊN TIRKIYE TÊN FERZKIRIN
Hêzên dagirker li gel kuştin, revandin, îşkencekirin û talankirina milkan, polîtîkayên asîmîlekirinê jî dimeşînin. Dagirkeriya Tirkiyeyê hewl dide bi rêya ferzkirina ziman û çanda tirkî, nasname û çanda kantona Efrînê biguherîne.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku 18‘ê Adarê Efrîn dagir kir, bi armanca qirkirinê polîtîkayên asîmîlekirinê ango ferzkirina ziman, çand û rêbazên xwe yên jiyanî li ser gel dan meşandin.
Polîtîkayên asîmîlekirinê di çarçoveya qedexekirina ziman û qirkirina çand û şaristaniyan de sînordar nema, dagirkeriya Tirk niha hewl dide nasnameya Tirkiyeyê bi nasnameya Sûriyeyê biguhere û şêniyên Efrînê wek koçber li ser xaka xwe nîşan bide. Dagirkeriya Tirk nasnameyên tirkî ku gotina wesîqeya nasnameya biyanî li ser hatiye nivîsandin, li şêniyan belav dike.
Dema ku mirov li kiryarên Tirkiyeyê binêre, wê bibîne ku hemû peymanên navdewletî derbas kirine, ne tenê der heqê mirovahiyê de, heta ku xweza jî ji hovîtiya Tirkiyeyê nefilitî.
Çavkanî:Navenda Lêkolînên Stratejîk a Kurdistanê