Ji bo qedexeya li ser PKK’ê were rakirin li Freîbûrgê ya Elmanyayê meşeke bi meşale hate kirin.
Ji bo pîrozkirina salvegera 40’e mîn vejîna PKK’ê û ji bo qedexeya li ser PKK’ê were rakirin li Freîbûrgê ya Elmanyayê meşeke bi meşale hate kirin.
Girseya ku li navenda Freîbûrgê li Alte Synagoe hate cem, meşale pê xistin û ber bi sukê ve meşiyan. Di dema meşê de hate gotin, ”Bila qedexeya li ser PKK’ê rabe”, ”Bijî PKK”, Bijî Serok Apo” û li navenda bajêr girseyê daxuniyeke çapemeniyê da.
Di daxuyaniyê de biryara Dîwana Edalatê ya Ewropayê ya li ser PKK’ê hate destnîşankirin û hate gotin, welatên Ewropa li ser PKK’ê xwedî helwesteke neheq in, siyaseta dewleta Tirk a li ser Kurdan ji nedîtî ve tên û şaş û ne hiqûqî ye ku PKK’ê mîna terorê ragihînin.
Di daxuyaniyê de hate xwestin ku PKK ji lîsteya terorê were derxistin, qedexeya li ser PKK’ê rabe û siyasetmedarên Kurd werin berdan