Li gorî îdiaya Hevşaredarê Çelê Servet Tûnç ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, beriya hilbijartina herêmî li navçeyê hejmara polîs û leşkeran ya hilbijêran derbas kiriye. Tûnç, diyar kir ku qeyda leşkerên li binkeya leşkerî jî li ser navçeyê hatine çêkirin.
Beriya hilbijartina herêmî ya 31’ê Adara 2019’an hikûmeta AKP’ê ji bo li herêmê şaredariyan bi dest bixe hin hesab û kîtaban dike. Hevşaredarê navçeya Çelê ya Colemêrgê Servet Tûnç ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, derpêş kir ku li Çelê hejmara leşker û polîsan hejmara hilbijêrên li navçeyê derbas kiriye.
Tûnç, anî ziman ku wexta ew li ser kar bûn wan ji bo civakê şaredarî bi rê ve dibir û wan çi bikirana pêşî bi gel re dişêwirîn. Tûnç, destnîşan kir ku lê belê wan çi bikirana jî ji aliyê rêvebiriya navendî ve dihat astengkirin. Tûnç got: “Qasî 2 sal û nîvan em li ser kar bûn. Wexta em li ser kar bûn me çi bikirana me pêşî tevî meclîsa xwe bi gel re dişêwirîn. Tevî xizmetên hatin kirin wê çaxê di qaseya şaredariyê de 3 milyon lîre hebû. Hikûmetê gelek mufetîş dişandin şaredariya me lê belê bi tu awayî nelirêtiyek nedîtin.”
‘6 MILYON DEYNÊ ŞAREDARIYÊ HEYE’
Tûnç, diyar kir ku piştî qeyûm hat tayînkirin şaredarî veguherî qereqolekê. T»nç, destnîşan kir ku qeyûm 3 milyon lîreyê di qaseya şaredariyê de jî xerc kiriye û bi ser de şaredarî xistiye bin 6 milyon lîre deyn.
‘HEJMARA POLÎS Û LEŞKERAN JI YA GEL BÊTIR E’
Tûnç, ji bo leşker û polîsên li navçeyê jî got: “Leşkerên li qereqol û qaleqolên li Çelê li navenda navçeyê hatine qeydkirin. Ji ber vê nîvê hejmara hilbijêran ên derve ne. Gelek leşkerên li binkeyên leşkerî yên tu eleqeya wan bi navenda Çelê re tune ye jî li ser navçeyê hatine qeydkirin. Niha hema bêje hejmara dengên gel û hejmara dengên leşker û polîsan wekî hev e. Heta em dikarin bêjin a leşker û polîsan zêdetir e. Bi vî awayî dixwazin navçeyê biçewisînin. Em ê bibînin bê ev yek tesîreke çawa li hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê dike.”