Ciwanên li herêma Başûrê Kurdistan’ê Bradostê li dijî biryarê DYA yê ku li ser sê pêşengên PKK hatiye girtin derkevin bi pankartekê xwedî derketina xwe nîşan dan.
NAVENDA NÛÇEYAN- Bertekên li dijî biryara DYA’yê ya li dijî sê rêveberê PKK’ê û KCK’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan dewam dikin. Li tevahiya Kurdistanê ciwanên Kurd bi çalakiyên di çarçoveya kampanya ‘Em şoreşgerên xwe nafiroşin’ bersiva DYA’yê didin.Ciwanên li herema Başûrê Kurdistan’ê Bradostê jî li dijî biryarê DYA yê ku li ser sê pêşengên PKK hatiye girtin li dijî derkevin bi pankartekê xwedî derketina xwe nîşan dan.
Herêma Biradostê ev demek dirêje ji aliyê artêşa Tirk ve tê bombebarankirin û zexteke cidî ya artêşa Tirk a dagirker li dijî xelkê herêmê û bi taybet jî ciwanan heye. Tenê li hember van êrîşan helwesta şêniyên herêma Bradostê jî berxwedanekê pir pîroz e. Ciwan bi vê çalakiyê xwe jî hem biryara Amerîka hem jî dagirkeriya Tirkiye şermezar kirin û bi xwedî derketina her sê pêşengê xwe gotin ku ”Em Şoreşgerên Xwe Nafiroşin”.