Harun Welat(Cesîm KAYA) jiyanek ku bi nivîsan an jî bi çîrokan nayê ziman e. Ji bo ku mirov bikare jiyana Harun Welat vebêje pêviste her kêliya ku Harun Welat di nav têkoşinê de jiyaye bîne bîra xwe û bikaribe xwe bigihêjine nav dilê berwedana Sur’ê. Demên wî ya li Zaningeha Marmara’yê, xebatên wî ya DEM-GENC’ê, tevlêbuyina wî ya şoreşê û berxwedaniya wî ya li Sur’ê her yek serê xwe di nav xwe de bîranên û çîrokên bêhempa dihevîne. Çawa tevgera azadiyê naskiribû, bi kîjan hêstan ve derketibû rê û bi sekna xwe berxwedana Sur’ê çawa xemilandibû?
Şehîd Harun Welat dema ku li Zaningeha Marmara’yê di beşa Hukukê de dixwîne di destpêkê de pêywendiya wî ya bi têkoşîna azadiyê re nîne, jiyanek sade û girtî dijî. Dibe ku kesên ku di destpêka xwendevantiya Şehîd Harun nas kiribe bawer neke ku ev heval di şoreşgertî de gihiştiye astekê evqas bilind. Dibe ku dayika wî jî li beranberê guhertina kurê xwe matmayî mabe. Ji xwe mala wan li Stenbol’ê ye, ji ber vê jî piranî jiyana wî di navbera mal û zaningehê de derbas dibe. Ta ku bi ciwanên welatparêz yên beşa xwe nas dike. Ji destpêkê ve ciwanen welatparêz ji sadebûyin û dirustbûyina wî bandor dibin. Ji ber vê jî dixwazin ku wî jî tevlê komên xwe bikin. Wek hevaltiya xwendevantî, wî mêvanê mala xwe dikin û ew jî hevalên xwe naşkine diçe dibe mêvanê wan. Bandorbûyina destpêkê di van malan de destpê dike. Êdî ji bo Harun Welat jiyanek nû destpêdike. Ketina vê jiyana nû çawa bûye zêde ne haydar e. Di demek kurt de xwe di nav niqaşên Kurdîtî û şoreşgertî de dibîne. Ş.Harun pir bi meraq nêzê van mijaran dibe û bi hêstên pir paqij dixwaze bikeve nav vê jiyanê. Roj bi roj zêdetir çalak dibe, roj bi roj zêdetir wate dide vê jiyanê. Nakokiyên ku bi salane şerê taybet di kesayeta wî de bandor kiriye lêpirsîn dike. Êdî dest bi xwendina pirtûkên şoreşgerî dike û bihevalên xwe re li ser pêvojoyên germ nîqaş dikin. Êdî zêde naçe malê jî, nikare ji hevalên xwe, ji malên kominê dûr bimîne. Di nav hevalan de gelek tê hezkirin, bi kena xwe, bi henekên xwe, bi dirustbûyina xwe hevalekî jêveneger dibe. Naskirina roj bi roj tevgera azadiyê, bûyerên demê û tecrîda li ser Rêber APO dike ku ew bikeve nav xebatan. Di destpêkê de di nav komiteyên Zaningeha Marmara cih digire. Di ciwanan rêxistinkirinê de, di şerên bi faşîstan re de, di çalakiyan de Ş.Harun êdî pêşengek e. Ş.Harun bi hêstên pir pîroz nêzê bûyeran dibe. Herî zêde jî ji hevalên ku di Zindanan de ji bo tecrîda li ser Rêbertî ketine greva birçîbûyinê bandor dibe. Her tim dibêje ku pêvîste em bersivek bidin vê berxwedanê re. Êdî ser greva birçîbûyinê pêncî roj zêdetîr derbasbibû û ketibû rewşekê xeter. Êdî Ş.Harun nedixwest bêdeng bimîne û ji bo tola van berdêlan bistîne biryara tevlêbûnê dide. Tevlêbûna Ş.Harun di nav hevalan de moralek mezin ava dike. Demekê di bajaran de wek qadroyekê ciwanan xebat dimeşine. Piştre berê xwe dide ber bi çiyayan ve. Çiya bi ken û xweşiktiya Ş.Harun dixemile. Çiya ji bo Ş.Harun dibe dayikek û wî dihevîne hundirê xwe.
Ş.Harun di dema berxwedana qadan destpêdike tê bajarên Kurdistanê. Piştê ku Tahîr ELÇÎ tê şehîd xistin bi gotinê xwe, derbasê pişt barîkatên welata azad dibe. Êdî ew berxwêderekî Sur’ê ye. Di nav berxwedana heybet û serkeftî de Ş.Harun Welat bi afirineriyê xwe tê naskirin. Di rojnîvîsa Sur’ê de Ş.Xemgîn Roj dibêje ku afirinertiya Ş.Harun pêvîste mirov teqdîr bike.
Belê Ş.Harun Welat bi jiyana xwe, bi sekna xwe û bi kena xwe ya xweşik ji bo tevahî ciwanan re peyamek mezin hişt. Ev lêgerina xwe ya edelatê li zaningehan negeriya, edaletê di kolanan de têkoşînê de geriya, ew ji tevahî ciwanan re got ku di nav pergala qirêj de xwe wunda nekin berê xwe bidin qada heqiqetê…Dema Tahîr Elçî li gel mînareya çarlingan de şehîd ket Ş.Harun nedizaniya wê di heman cihê de ew jî şehîd bikeve. Bêhesap berê xwe da pişt barîkatên welata azad. Ew mirovatiya ku hatiye wundakirin di pirtukên zaningehan de negeriya û nedît, pêviste ku ciwantiya niha jî bibe şopdarê Harun’an û berê xwe bidin qada heqiqetê…
Hamza MUNZUR