İro li Bajarê Almanya Berlîn’ê li dijî nijadperestî û qedexeya li ser PKK meşek were li darxistin.
BERLÎN- Îro li Bajarê Almanya Berlîn’ê li dijî nijadperestî û qedexeya li ser PKK meşek were li darxistin. Di wan kêliyan de bi hezaran kes ji bo qedexeya li ser PKK rabe li qada Alexanderplatz kom bûne. Ji qadê tê ragihandin ku gelek polêsên Alman li ciwanan û gel dorpêç kiriye. Astengiyek çêbe an na ne diyare.
Ciwanên li qadê diruşmên ”Li hember Faşizmê Seri Hilde” û ”Bijî piştgiriya Enternasyonal” davêjin.