Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku çeteyên Mertala Firatê bi guleyan êrîşê noqteyên hêzên wan ên li bakurê Minbicê kirine û derketina derve ji şêniyên gundê Helûncî re dixwaze qedexe bike.
MINBIC- Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê li ser êrîşa çeteyên dewleta Tirk li ser noqteyê wan daxuyaniyek weşand û daxuyanî wiha ye.
“Beriya çend kêliyan çeteyên Mertala Firatê ji gundê Toxara Mezin a bakurê bajarê Minbicê bi çeka BKC û doçka 14.5 êrîşî nuqteyên hêzên wan kir. Êrîş ne kêmî 15 deqeyan dom kir.
Her wiha ji gundê Mehsenlî yê bakurê Minbicê bi BKC û doçkaya 14.5 êrîş anîn ser nuqteyên hêzên me yên li eniya Sacûrê.
Di heman demê de komên ser bi Tirkiyê derketina derve li sivîlên gundê Helûncî yê bakurê bajarê Minbicê yê li qiraxa xeta Sacûrê ku 15 km dûrî bajarê Minbicê ferz kiriye û bi maykên li mizgefan welatiyan hişyar dikin.”