Raperîna ‘Êlek Zer’an ku roja Şemiyê bi giştî Fransayê pêk hat û paytexta Fransa Parîsê kir qada şer. Bi sedan kes hatin binçavkirin, gelek zirar ji dewletê Fransay’ê re hat dayîn, gelek vesaît, avahî û banka hat şewitandin.
FRANSA- Di gelek welatan de ji ber politikayên serdestan pêla serhildana mezin dibe. Raperîna ku di Rojhilata Navîn de destpêkiribû niha jî berê xwe daye navendên Evropa. Polîtîkayên Serokkomar Emmanûel Macron ku bê edaletiya civakî mezin dike, li Parîsê rê li ber raperînê vekir. Li gelemperiya Fransayê bi deh hezaran kes daketin qadan. Paytexta Fransa Parîs’ê hemû qad veguherî qada serhildanê. Serdestiya Macron nikare pêşiya van serhildanan bigire, tenê bi gefan dixwaze ku civak dev jê raperînê berde.
Buhabûna sotemeniyê, bê edaletiya civakî û xemsariya siyasetmedaran a li daxwazên gel, rê li ber hêrsa gel vekir û li kolanan belav bû. Van sê hefteyên dawî her roja Şemiyê li gelemperiya Fransayê meş tên lidarxistin. Her wiha her roj jî çalakgerên ‘Êlek Zer’ li deverên cuda yên welêt, bi taybetî li otobanan çalakiyên blokajê dikin. Di gelek cihan de barîkat hatine avakirin û pişt barîkatan berxwedanek tê jiyîn.