Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Bakurê Kurdistan bi daxuyaniyekê encama çalakiyên xwe yên ji bo salvegera damezrandina 41’ê mîn pêkanîtine eşkere kirin. Di çalakiya ku pêkhatinê de 24 vesaît hatiye şewitandin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Koordînasyona Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Bakurê Kurdistan bi daxuyaniyekê encama çalakiyên xwe yên ji bo salvegera damezrandina 41’ê mîn pêkanîtine eşkere kirin. DGH di daxuyaniya xwe de got ku; ”Ji bo vesîleya salvegera vejîna Partiya me PKK ji aliyê yekineyên me ya Şehîd Baran MAWA di navbera 4-24 Mijdarê de li gelek cihên Tirkiye çalaki hatiye lidarxistin. Di çalakiyên ku pêkhatinê de 24 vesaît bi giştî îmha bûye.”
Detayên Çalakiyên ku DGH’ê kiriye wiha ye:
*4’ê Mijdarê di seat 05:45 de li navçeya Edene Seyhan’ê vesaîtek hatiye şewitandin.
*5’ê Mijdarê di seat 04:00 de li navçeya Antalya Kumluca vesaîtek hatiye şewitandin.
*21 Mijdarê di seat 03:00 de 3 vesaîtên hevkarên dewleta dagirker hatiye şewitandin.
Di hevdemê de 19 Vesaît hate şewitandin
Di 24 Mijdarê di seat 05:00 de di heman deme de li navçeyên Stenbol’ê Sultangazî, Beylîkduzu û Gungoren’ê 19 vesaît hatiye şewitandin. Li Sultangazî’yê 11, li Beylîkduzu’yê 6 û Gungoren’ê jî 2 vesaît bi giştî hatiye imha kirin.
Kes Nikare Bi Şerê Taybet Gel Bixapîne
Piştê pêkanîtina çalakiyên yekiniyên me dewleta dagirker di çapameniya xwe de nûçeyên ku 12 endamê me hatiye binçavkirin weşandiye. Tu rastiya ev nûçeya ku neyarê me dewleta Tirk weşandiye nîne. Hemû yekineyên me li ser erka xwe ne. Çeteyên faşîst û Erdoğan bila bizanibe ku şerê taybeta ku hûn di her demê de dikin bandor nake. Têkoşîna Ciwan û Jinên Ciwanên fedaî yên Kurd wê faşîzma we serûbino bike.Hûn nikarin bi polîtikayên xwe yên şerê taybet Gelê Kurd bixapînin. Em vekîrî û zelal dibêjin ku em ji vir şûnde tu astengiyan nasnakin. Tu hêz nikare li beranberê me bisekine. Li dijî vê faşizme em ê çalakiyên xwe zêdetir bikin û kî derkeve pêşiya me em ê bi erdê re bikin yek. Em bang dikin tevahî ciwanan re bi şiara ‘’Serî Hilde, Tecrîdê Bişkine, Faşîzmî Biruxine’’ derkevin qadan û çalakiyan pêk bînin.