Li eniyên Hecînê û taybet eniya bakur di van kêliyan de şerên dijwar di navbera şervanên QSD û çeteyên DAIŞ`ê de rû didin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Li eniya Hecînê ya girêdayê Dêra Zorê, di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê de, di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de şerekî giran heye.Şervanên QSD`ê bi pêşve diçin û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê dixin.
Çavkaniyên leşkerî agahiya şervanên QSD’ê du wesayitên çeteyan rûxandine ragihandin.