HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên di şerê dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn eşkere kir û got, “Em ê bîranîna şehîdên xwe bi serketinê tacîdar bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê, nasnameya gerîlayên di demên cuda de di şerê dijî dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûn, eşkere kir.
Daxuyaniya HPG’ê ya li ser mijarê wiha ye:
“Di daxuyaniya xwe ya 1’ê Kanûna 2018’an de me ragihandibû ku roja 29’ê Mijdarê li qada Şehîd Kendal a Heftanînê hevaleke me şehîd bûye. Nasnameya hevala me ya şehîd wiha ye:
*****
Nasnav: Zîlan Qamişlo
Nav paşnav: Zîlan Sarik
Cihê jidayikbûnê: Qamişlo
Dayik-Bav: Kerîma-Cemal
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Mijdara 2018’an / Heftanîn
Di daxuyaniya 30’ê Mijdara 2018’an de me diyar kiribûn ku roja 29’ê Mijdarê li herêma Zapê hevalekî me şehîd bûye. Nasnameya hevalê me yê şehîd wiha ye:
*****
Nasnav: Botan Bêrîvan
Nav paşnav: Mûstafa Bûldûş
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Asiye-Haci
Dem û cihê şehadetê: 29’ê Mijdara 2018’an / Zap
Di daxuyaniya 28’ê Mijdara 2018’an de me ragihandibû ku roja 24’ê Mijdarê li navçeya Qilaban a Şirnexê di çalakiyên dijî Girê Radar, Kêlka Sînor û Qereqola Şivan de 10 leşkerên dijmin hatine kuştin, 2 hevalên me yên bi lehengî şer kirin şehîd bûn.
Nasnameya hevalên me yên şehîd bûne wiha ye:
*****
Nasnav: Gernas Cûdî
Nav paşnav: Dara Huso
Cihê jidayikbûnê: Hesekê
Dayik-Bav: Pelvîn-Ahmet
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Mijdara 2018’an / Qilaban
*****
Nasnav: Hemîn Sine
Nav paşnav: Mîlad Ezîmî
Cihê jidayikbûnê: Sine
Dayik-Bav: Meryem-Mahammed Alî
Dem û cihê şehadetê: 24’ê Mijdara 2018’an / Qilaban
Her çar hevalên me di emrê ciwantî de tevlî nava refên partiyê bûn, hewl dan ji aliyê gerîlatiyê ve xwe şareza bikin, ruhê xwe yê fedayîtî û danheviya xwe bi kîna di dilê xwe de kirin yek û li dijî dijminê mêtinger şer kirin. Esareta gelê Kurdistanê yê qedîm û dîlgirtina Rêber Apo qebûl nekirin, berê xwe dan çiyayên azad û ji bo vê xeleta esaretê parçe bikin bi dil û can hewl dan. Em van hevrêyên xwe bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Ji malbatên xwe yên hêja yên şehîdan, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û soz didin ku em ê bîranîna şehîdên xwe bi ser bixînin.”