Li paytexta Fransa Parîs’ê salvegera 40’ê mîn damezrandina PKK di pêşengtiya ciwanan de hat pîroz kirin.
PARÎS- Li paytexta Fransa Parîs’ê salvegera 40’ê mîn damezrandina PKK di pêşengtiya ciwanan de bi heybet hat pîroz kirin. Ji pîrozbahiya ku bi şiara ”Tecrîdê Bişkînin, Faşizmê biruxînin, Kurdistanê Azad Bikin” hatibû organîzekirin ji gelek bajarên Fransayê ciwanan bi girseyî tevlê bûn. Ciwanên welatparêz û şoreşger bi meşa leşkerî û bi alên PKK bi kelacanek mezin ketin cihê şahiyê. Diruşma ciwanan yê ”PKK Gel e Gel Livir e” ji salonê ol da.
Di şahî de bi rêya sînevîzyonê peyama Hevserokê Rêveberiya Konseya KCK Cemîl Bayik hat temaşekirin. Piştê temaşekirina peyamê, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal û Sîyasetmedarê Kurd Süleyman Gunyelî axaftinek kirin.
Pîrozbahî bi stranên Hozan Seyîdxan, Şengul Pak, Ozan Aydın, Diyar Mehravî, Diyar û bi pêşkeşkirina folklorên Koma Dilana Rojarya heya direnga şevê berdewam kir.