Gerillayên HPG û YJA-STAR’ê ruxmê ku di demsala zivistanê de ne li dijî artêşa Tirk çalakiyên xwe didomînin û derbên giran li dewleta dagirker dixin. Li gor daxuyaniya çapemeniya HPG yê di hefteya borî de 45 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
NAVENDA NUÇEYAN- Gerillayên HPG û YJA-STAR’ê ruxmê ku di demsala zivistanê de ne li dijî artêşa Tirk li Bakur û Başûr’ê Kurdistanê çalakiyên bandor li hember artêşa dagirker yê Tirk lidarxistin. Derbên ku hêzên gerîlla li artêşa tirk dixe wundahiyên mezin dide dagirkeran. Gelek caran dîmenên ku GerîllaTV parve dike bandora çalakiyan dide xuyakirin. Lê ragihandina şerê taybet gelek caran van wundahiyên dewleta Tirk vedişêr e an jî hejmara wundahiyên artêşa Tirk kêm nîşan didin.
Li gor Navenda Ragihandina HPG encamên çalakiyên hefteya borî wiha ye:
Şemzînan: 2 Kontra Hat Kuştin
Roja 23’ê Mijdarê artêşa TC’ê ya dagirker li derdora gundê Herkî yê navçeya Şemzînan a Colemêrgê operasyon da destpêkirin. Heman rojê derdora saet 09:30’an de hêzên me rastî yekîneyeke veşartî ya dijmin hat û şer derket.
Di şer de hêzên me derbeke serkeftî li yekîneya kontra xist. Di şer de 2 kontra hatin kuştin û yekîneya gerîla bi selametî gihiştin baregehên xwe.
Qileban: 10 Leşkerên Tirk yên Dagirker Mir
Roja 24’ê Mijdarê saet navbera 08:30 û 09:30 de, li navçeya Qilaban a Şirnexê li dijî Girê Radar, Kêlka Sînor û Qereqola Şivan hêzên me ji 3 baskan ve çalakiyek pêk anîn.
Derbên giran li çeper û stargehên li Girê Radar, Kêlka Sînor û Qereqola Şivan hatin xistin û bi qasî ku hate tespîtkirin, 10 leşkerên dijmin hatin kuştin, gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi tank, obus, hawan û balafirên şer bombe li herêma çalakiyê barand.
Îdîr: 15 Leşkerên Tirk Hat Kuştin
Hêzên me di çarçoveya Pêngava Serketina Şoreşgerî de ya li Eyaleta Serhedê, roja 26’ê Mijdarê saet 2’an li navçeya Başan a Îdirê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kîrpî ya artêşa TC a dagirker ku ji Qereqola Axurî diçû navenda navçeyê çalakiyek pêk anîn.
Hêzên me ji cihekî nêz ve li wesayita zirxî reşandin û çûn heta ser wesayitê. Hêzên me wesayit şewitandin û bi temamî îmha kirin. Di vê çalakiyê de bi qasî ku bi çavan hate dîtin, 15 leşkerên dijmin hatin kuştin. Qereqolên li derdorê piştî çalakiyê hewl dan dest li herêmê werdin, lê hêzên me derbên giran li wan jî dan. Artêşa TC a dagirker heta saet 7’ê sibehê nekarî enqaza wesayitê û cenazeyên leşkeran ji herêmê rake. Ev çalakî ji bo silavkirina sala 41’ê ya PKK’ê hatiye lidarxistin.
Gever: 5 Leşkerên Dagirker Hat Kuştin
29’ê Mijdarê saet 15.30’an hêzên me li navçeya Geverê ya Colemêrgê li dijî leşkerên dagirker ên TC’ê yên li ser girê Elîşêr çalakiyek kirin. Di çalakiyê de derbeke serketî li mewziyên dijmin hate xistin, 5 leşker hatin kuştin, 2 jî birîndar bûn.
Bazîd: 4 Sixûr, 1 Leşker, 1 Kontra Hatin Kuştin
Hêzên me li ser rêya qereqola Serêkanî, li dijî wesayiteke leşkerî ya bi tîpa Amarokê ji 2 baskan ve çalakî kirin. Bi derbên giran wesayit bi temamî hate rûxandin û bi qasî ku hate tespîtkirin, di çalakiyê de 4 sîxur û kontrayek hatin kuştin.
Hêzên me di heman demê de li qemyoneke artêşa TC a dagirker xistin ku li ser sînor rêya leşkerî çêdikir. Di çalakiyê de qemyon hate rûxandin û leşkerekî dijmin hate kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyan bi obus, hawan û tankan herêm da ber bombeyan.
Girê Lelîkan: 5 Leşkerên Tirk Hatin Kuştin
1’ê Kanûnê saet 12:30’î jî, hêzên me li dagirkerên li ser Girê Lêlîkanê dan. Di vê çalakiyê de 2 çeper hatin rûxandin û 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.
Girê Lelîkan: 2 Leşkerên Dagirker Hatin Kuştin
1’ê Kanûnê saet 12:30’î jî, hêzên me li dagirkerên li ser Girê Lêlîkanê dan. Di vê çalakiyê de 2 çeper hatin rûxandin û 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.