Li navçeya Xizan’a Bêdlîs’ê di 6 gund û 11 gundikan de derketina derve hat qedexekirin.
BÊDLÎS- Li gor daxuyaniya walîtiya dewleta dagirker li navçeya Xîzan’a Bêdlîs’ê di 6 gund û 11 gundikê de derketina derve hat qedexekirin. Cihên ku qedexe hatiye îlankirin ev in; Gundê Ekînlî û gundikên Delîktaş, Bîlgîlî û Saribal , Gundên Yaylacik û Çalişkanlar û gundikê Yeniçay, gundê Yolbîlen û gundikên Gedîk, Akyazî û Ozenlî, gundê Saritaş û gundikê Uzerban, gundê Erencîk û gundikên Otluk, Tatrîk û Harmandoven.