Polîs li Edeneyê di çarçoveya polîtîkaya sîxûrkirinê de niha jî li malbatên hevalên ciwanan digerin û wan tehdît dikin.
EDENE- Li Edeneyê ciwan ji aliyê polîsan ve tên binçavkirin û bi tehdît û ferzkirina sîxûrtiyê re hevrû dimînin. Polîs di bin navê “hişyariyê” de li malbatên hin ciwanan digere û agahî dide wan.
Endama Komeleya Ciwanên Şoreşger (DGD) Seda Tanak diyar kir ku ”Polîs berê malbatên me digeriya piştî ku polîsan dît tiştekî bi dest naxin, niha jî li malbata hevalên me digerin. Dema polîs li malbatan digerin dibêjin ‘keç û kurê we bi endamên rêxistina terorê di têkiliyê de ne. Mejiyê wan dişon. Pirtûkên qedexe didin wan. Zarokên xwe ji wan dûr bikin. Jinan bazar dikin. Dibe ku keça we jî bazar bikin.’ Bi van gotinan gefan li malbata hevalên wan dixwin.”
‘DIBÊJIN KU DÊ PEREYAN BIDIN’
Tanak da zanîn ku di demekê nêz de polîsan rêya hevalekê wê birîne û sîxûrtiyê lê ferz kirin e û got: “Hevala min vê yekê qebûl nake. Pişt re polîs numreya telefona wê dixwazin. Hevala min nade. Pişt re kartek didin hevala min û dibêjin ‘dema tu bixwazî em dikarin hev bibînin.’ Dibêjin ku ew ê pereyan bidin hevala min û siberoja wê dê baştir bibe. Hevala min qebûl nake.”
Tanak destnîşan kir ku polîs li malbata hevalek wê nêz jî digerin û wiha got: “Polîs ji malbatê re dibêjin ‘Dawiya Seda ya çiya ye û an jî mirin e.’ Ev gefek pir aşkere ye. Çima îhtîmalek mina derkevin çiya heye. Her çiqas em têkildarî vê mijarê serî li dozgeriyê dane jî lê bersiva wê nayê dayîn.”
‘DÊ TU TIŞTEKÎ BI DEST NEXIN’
Xwendekarên Zanîngeha Çukurova Cansel Dayanir jî diyar kir ku gelek caran bi ferzkirina sîxûriyê re rû bi rû mane û got: “Em ê li dijî van zextan her tim têkoşîna demokrasiyê bidin. Me bi navkirina ‘terorîst’ her tim tewanbar û asteng dikin. Lê wê tu encamê ji vê negirin. Çimkî em têkoşîna azadî û demokrasiyê didin.”
‘EM Ê ÇONGA XWE NETEWÎNIN’
Endama Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF)’yê Fatma Ozdemîr jî destnîşan kir ku polîs dixwazin têkoşîna ciwanan bi zext û sîxûrtiyê tune bikin û got: “Lê bila viya baş bizanibin, dê tu tiştekî bi dest nexin. Em ê li dijî her cûre zextan têkoşîna xwe dewam bikin. Me li dijî zextan çonga xwe netewand û em ê netewînin jî.”