Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê da zanîn ku di encama du çalakiyên şervanên YPG`ê li Efrînê 11 çete hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn.
EFRÎN- Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya YPG`ê da zanîn ku di encama du çalakiyên şervanên YPG`ê li Efrînê 11 çete hatin kuştin, 11 jî birîndar bûn.
Daxuyaniya YPG wiha ye:
Di çarçoveya pêngava duyemîn ya Berxwedana Serdemê li Efrînê, hêzên me li gundê Dêrmişmişê ya liser navenda Efrînê û li navenda navçeya Cindirêsê de 2 çalakiyên cûda yên bi bandor li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker li dar xistin. Di derbarê çalakiyên hatine li dar xistin de;
1. Di dîroka 2’ê Kanûnê, yekîneyeke me li gundê Dêrmişmişê ya girêdayî navenda Efrînê li dijî dewriyeyek yên bi navê koma çeteyên Ceyş el-Îslam çalakiyek li dar xistin. Di encama çalakiyê de 5 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. Her wiha seyareya çeteyan hat rûxandin.
2. Di heman demê de yekîneyeke me li navenda navçeya Cindirêsê li dijî seyareyeke ya di baregeheke leşkerî yên çeteyên bi navê koma Ehrar el-Şam de çalakiya sabotajê li dar xistin. Di encama çalakiyê de seyare bi temamî hat rûxandin. Her wiha 6 çete hatin kuştin û 8 çete jî bi giranî birîndar bûn.
Di encama herdu çalakiyên hatin li dar xistin de 11 çete hatin kuştin û 11 çete jî birîndar bûn. Her wiha 2 seyare jî hatin îmhakirin.
https://youtu.be/5hhZwqGH1hQ