Li hemberî tecrîda li Îmraliyê piştî berxwedana Leyla Guven, grevên birçîbûnê li her derê welat û metropolên Tirkiye’yê belav dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN- Parlementera HDP’ê û Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a dîlgirtî greva birçîbûnê di roja 26’emîn de didomîne , grevên birçîbûnê li her derê welat û metropolên Tirkiye’yê belav dibe.
MÊRSÎN
Lİ Mêrsînê ya ku operasyonên qirkirina siyasî lê hate kirin parlementer Fatma Kûrtûlan, Ridvan Tûran û Tulay Hatîmogûllari dest bi greva birçîbûnê kirin.
Rêveberên şaxa Mêrsînê ya ÎHD’ê û Hevseroka Giştî ya SYKP’ê Canan Yuce çûn serdana parlementerên ku dest bi greva birçîbûnê kirine.
AMED
Parlamenterên HDP’ê yên Amedê, li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan kirin. Çalakî li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya HDP’ê ya bajêr dest pê kir. Wekîlên Amedê Selçûk Mizrakli, Dersim Dag, Remziye Tosûn, Semra Guzel, Mûsa Farisogûllari û Salîha Aydenîz tevlî bûn. Wekîlên HDP’ê beriya çalakiyê daxuyaniyek dan çapemeniyê.
.