Iraq hewl dide deriyê sînor yê Şengal-Bakurê Suriyê bigre

Hikumeta Iraqê hewl dide deriyê sînor yê dinavbera Şengal-Bakurê Suriyêde bigre. Gelê Şengalê li hemberî vê yekê li ber deriyê sînor çalakiyek lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN- Deriyê sînor ê di navbera Şengal û Bakûrê Sûriyeyê de di dema êrîşên DAIŞ’ê de wekî korîdora mirovî hatibû vekirin. Piştî rizgarkirina herêmê jî, deriyê sînor ji bo alîkariya mirovî vekirî mabû. Ji ber ku hemû rêyên ji Duhok, Hewlêr diçin Şengalê hatine girtin, welatiyan tenê di  deriyê sînor ê Şengal-Rojava re pêdiviyên xwe bicîh di anîn. Lê ew jî demek beriya niha ji aliyê hêzên Iraqê ve hatibû girtin û niha tenê ji bo rewşên lezgîn ên nexweşiyê û hwd tê bikaranîn.

Hikumeta Iraqê hewl dide deriyê sînor yê di navbera Şengal û Bakurê Sûriyê de bigre, gelê Şengalê li hemberî vê yekê îro çalakiyek li be derî lidarxistin.

Li ser vê mijarê şandek ji hevseroka Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hiço û hinek endamên din bi rêveberên deriyê sînor re hevdîtinek pêkanîn.  Şandeyê daxwazên gel bi rêveberên derî re parvekirin.

Piştî hevdîtinê hevseroka Meclîsa Xweriya Demokratîk a Şengalê Rîham Hiço axivî û got: “Rêveberên derî ji mere gotin, biryar ji serî hatiye û em jî weke leşker vê biryarê pêktênin.”

Li hemberî biryarê gel li ber derê sînor kon vedan û çalakiya wan dewam dike.

Li ser vê yekê Rîham bang li tevayî gelê Şengalê kir da ku sibe saet 09:00’an kom bibin û ew li ber deriyê sînor çalakiyek lidarbixin

Nivîsa Pêş