Ev demeke li 37 Gund û gundikên Licê derketina deve hatiye qedexe kirin. Lê wekê ku ev ne bes e li Licê welatiyên ku xwestin ji bo zivistanê zexîreyên kirîne bibin malên xwe leşkeran destaniye ser zexîreyên wan û îmha kirine.
Tê gotin ku li gundan bi îlankirina qedexeya derketina derve re tevî leşkerên dagirkeran rayedarên Şîrketa Anonîm a Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) diçin malan û bi hinceta “ceyrana qaçax” di navbera hezar û 500 lîre û 10 hezarî de ceza dibirin. Gundiyan gotin ku ev ceza keyfî tê birîn. Welatiyên ku ji bo zivistanê dixwazin zexîre ji xwe re bibin malên xwe li noqteyên kontrolê ji aliyê leşkeran ve tên desteserkirin. Tê gotin ew zexîreyên tê diyarkirin di dema operasyonên leşkerî de li hêwirgehan hatine dîtin û bi raya giştî re tên parvekirin piranî jê yên welatiyan e ku leşker li malan dest datînin ser wan. Dîsa pirî caran ew zexîreyên ku desthatiye danîn ji aliyê leşkerên dagirker ve tê imha kirin.