Rêvebirê Zanîngeha Karbûrda Îranê Ehmedreza Pêşbîn, eşkere kir ku zêdetirî 100 hezar kesên xwedî dîplomeya dixtorayê ne li Îranê bê karin. Herwiha li gorî daneyên fermî ji sedê 60’ê xwendekarên zanîngehan jî bê karin.
Rêvebirê Zanîngeha Karbûrda ya Îranê Ehmedreza Pêşbîn, daxuyaniyek li ser rewşa zanîngehên Îran, rêjeya kesên zanîngeh qedandine û bê kar, ji bo medya Îranê re da.
Ehmedreza Pêşbîn diyar kir ku salane li Îranê 3 hezar kes ji bo xwendina dixtorayê tên wergirtin û dibin xwediyê dîplomeya dixtorayê. Herwiha eşkere kir ku ev rêjeya wergirtina kesên ji bo xwendina dixtorayê piştî Rusya û Amerîka rêjeya herî bilind e.
‘Ji sedî 90’ê zanîngehên Îranê bê kalîtene’
Rêvebirê Zanîngeha Karbûrda Îranê Ehmedreza Pêşbîn, bal kişande li ser asta zanîngehên Îranê di aliyê zanistî de û ev agahî dane “Ji sedî 90’ê zanîngehên Îranê bê kalîtene. Ji bo vê pêwîste bernameyek pêşketî û bi kalîte ji bo zanîngehan were amadekirin.”
Herwiha li gorî daneyên fermî yên Îranê ji sedî 60’ê xwendekarên zanîngeh qedandine bê karin.