Artêşa Tirk a dagirker hemû peymanên navdewletî û mafên mirovan bi rêya revandin, kuştina sivîlan, guhertina demografyaya herêmê û pêkanîna siyaseta asîmîlasyonê pêk tînin. Her wiha cihên giştî û dibistanan vediguherîne girtîgeh û baregehên leşkerî.
Artêşa Tirk a dagirker di 18’ê Adarê de kantona Efrînê dagir kir. Ji wê rojê ve gelek çavdêr û hiqûqnas gelek raporên ku dewleta Tirk a dagirker bi pêkanîna binpêkirinan tawanbar dikin, derxistine û diyar kirine ku kiryarên wê digihîjin asta sûcên şer.
Şêniyên Efrînê ku niha li kantona Şehbayê dimînin, li gel Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê girêdayî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê der heqê wan de gilî kirine. Lê dadgehê bersiv da şêniyan ku divê ew destpêkê li gel dadgehên Tirkiyeyê gilî bikin, di demekê de ku Tirkiye bi xwe wan binpêkirinan pêk tîne.
Di hewldanek ji aliyê Tirkiyeyê ve ji bo vegerandina xewnên Osmaniyan, navên gund û qadên bajarê Efrînê dikin tirkî. Navê Çerxerêya Kawa ji ‘Çerxerêya Şiqna Zeytûnê’ re û Çerxerêya Wetanî ji ‘Qada Serok Recep Tayyîp Erdogan’ re hatine guhertin. Her wiha artêşa Tirk a dagirker navên 3 gundên navçeya Bilbilê kirine tirkî. Gundê Kotana kirine ‘Zafer Obasî’, gundê Qornê kirine ‘Ûndûr Obasî’ û gundê Qestal Miqdad kirine ‘Selçûk Obasî’.
Tevî wê jî artêşa Tirk a dagirker cihên dîrokî yên li gund, navçe û navenda Efrînê radike û ala Tirkiyeyê li her derê dadiliqîne.
Dibistan û stasyona trênê kirine girtîgeh
Çavkaniyan got artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê cihên giştî vediguherîne girtîgehan. Têkildarî heman mijarê heman çavkaniyan got artêşa Tirk dibistana El-Keramê ya ji ku kevntirîn dibistanên bajarê Efrînê ye, veguherandiye girtîgehekê ku hemû cureyên îşkencekirinê lê bi kar tîne. Ev dibistan di bin çavdêriya çeteyên Tugaya El-Şam û MÎT’a Tirk de ye û tê zanîn ku gelek girtiyên jin lê hene.
Her wiha heman çavkaniyan da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker stasyona trênê ya herêma Recoyê kiriye girtîgeh û yekser girêdayî MÎT’a Tirk e û destnîşan kir ku welatiyên navçeyên Reco, Mabata û Meydana lê girtî ne û ew girtîgeh wek girtîgeha herî kirêt li Efrînê wesifand.
Heman çavkaniyan destnîşan kir ku MÎT’a Tirk dibistana Kulîlkên Efrînê ya taybet kiriye girtîgeh û çavdêriya wê dike û dibistanên Emîr Xubarî û El-Itîhad El-Erebî li bajarê Efrînê kirine baregehên MÎT’a Tirk û çeteyên wê û dibistana gundê Xirabê Şera veguherandiye girtîgehekê. Her wiha heman çavkaniyan destnîşan kir ku li dibistana El-Itîhad El-Erebî beşek taybet ji bo jinan heye û çeteyên El-Cebhet El-Şamiyê çavdêriya wê dikin.
Artêşa Tirk şandina hilberîna zeytûnê ji herêmên din ên Sûriyeyê re qedexe dike
Tevî talankirina hilberîna zeytûnê û derxistina wê ji Tirkiyeyê re bi rêya deriyê gundê Hemamê ku artêşa Tirk a dagirker di van demên dawîn de ava kiriye, artêşa Tirk a dagirker şandina hilberîna zeytûnê ji herêmên din ên Sûriyeyê re yan jî firotina zeytûnê ji aliyekî din re qedexe dike.
Li gorî çavkaniyan miqdara zêta (rûn) zeytûnê li Efrînê gelekî zêde ye, lê dîsa jî artêşa Tirk nahêle şênî nêzî hilberînê bibin an jî bi kar bînin.
Çeteyan hilberîna zêdetirî hezar û 500 darên zeytûnê li gundê Tilifê yê navçeya Cindirêsê û zêdetirî hezar darên zeytûnê li deşta Emara yên birayên Mistefa Abdîn û Reşîd Ibrahîm ji gundê Badîna yê navçeya Mabatayê talan kirine. Her wiha artêşa Tirk zêdetirî 25 teneke zêt ji welatiyê bi navê Şaban Şaban ji gundê Badîna dizîne.
Heta darên zeytûnê jî ji binpêkirinên dagirkeran nefilitîne, artêşa Tirk a dagirker zêdetirî hezar darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Hemo Yûsif û Ebdulrehman Henan ji gundê Qijûma qut kirine û bi armanca avakirina navendeke leşkerî 300 darên zeytûnê li gundê Kefercenê yê welatiyê bi navê Aro hilkirine .
Tevî wan binpêkirinan, çeteyên artêşa Tirk a dagirker her du jeneratorên ku yek li gundê Kokanê yê girêdayî navçeya Mabatayê ku ji bo derxistina ava vexwarinê ji şêniyên gundên derdorê re dihat bikaranîn û ya din kehrebe dida navçeya Mabatayê, dizîne.
Revandina sivîlan
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê revandina sivîlan bêyî ku çaranûsa wan bê zanîn, didomînin. Di van demên dawîn de dagirkeran sivîlên bi navên Îlham Hesen, Xesan Hesen, Heyat Mihemed Bekir, Mihemed Circî, Idrîs Ehmed, Hisên Şaban, Hawar Dehdo, Oso Sîno, Xelîl Mihemed Gulîn ji şêniyên gundê Badîna yê navçeya Mabatayê revandine.
Ji aliyekî din ve çavkaniyekî ji herêmê diyar kir ku çaranûsa Hêvîn Mistefa Îbiş, Hisên Caro, Enwer Caro û Hecî Ebdîn ji çend mehan ve ne diyar e.