Navenda Çapemeniya YPG di derheqa ku kesên ku ji aliyê MİT’ê Tirkan ve hatiye perwerdekirin û wek şaneyek li Rojava cih bûne desteserkirina van de daxuyaniyek da.
NAVENDA NÛÇEYAN- Navenda Çapemeniya YPG di derheqa ku kesên ku ji aliyê MİT’ê Tirkan ve hatiye perwerdekirin û wek şaneyek li Rojava cih bûne desteserkirina van de daxuyaniyek da.
Daxuyanî wiha ye:
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser şoreşa Rojava û bakûrê Sûriyê her roj zêdetir dibin. Herwiha êrîşên li dijî nirxên hevpar yên demokratîk yên ku gelên Ereb û Kurd bi hev re li vê herêmê ava kirin jî bi hevkarigeriya dewleta Tirk a qîrker DAIŞ didome. Navgîna aştiyane, lihevkirina civakî û aramiya li bakûrê Sûriyê û rojavayê Kurdistanê dewleta Tirk a dagirker ditirsîne. Dewleta Tirk a dagirker bi armanca hilweşandina pergala aramiyê bi her awayî lîstokên kirêt ceriband. Lê di hemû van hewldanên xwe de vala derket. Dewleta dagirker vê carê jî bi rêya terorîstên ku li ser îstîhbarata xwe perwerde dike re hewl dide van çeteyên xwe weke şaneyên veşartî rêxistin bike û di herêmên me de êrîşên terorî plan bike. Bi taybetî li Minbicê serokeşîr û rûspiyên ku ji alî gel ve tên qebûlkirin ji alî van şaneyan ve tên hedef girtin.
Komek çete yên ku ji alî endamê MIT’ê Ebu Îmad ve dihate rêvebirin û li herêmên me ji kesekî bi navê Nazmî talîmet digirtin û gelek êrîşên terorî plan dikirin, di Cotmeha 2017’an û vir ve ji alî hêzên me ve hatin şopandin. Ev kom ji şaneyên veşartî yên ku ji alî MIT ve li ser teqemenî û sûîkast hatibûn perwerdekirin pêk dihat. Di medyaya civakî de bi navê “Hereket Qiyam” xwe binav dikirin. Di Çileya 2017’an de hoparloreke (bafle) muzîkê ya bombebarkirî ji Cerablûsa ku di bin kontrola çeteyên Tirka de ye şandin Minbic û radetsî çeteyê bi navê “Ratib” kirin. Dîsa di Sibata 2018’an de makîneya ava fêkiyan ya bombebarkirî bi rêya çeteyê bi navê Ebûd derbasî Moinbicê hat kirin û plansaziya êrîşan hate çêkirin. Endamên koma çete yên ku ji salekê zêdetir di bin şopandina teknîkî û fîzîkî de hatin girtin, di meha Tîrmehê de ji alî Yekîneyên Operasyona Taybet ve hatin girtin. Ligel vê gelek teqemenî, çek û cebilxane jî bidest ket.
Di operasyonên ku hatin lidarxistin de;
1- Di dîroka 5’ê Tîrmeha 2018’an de çeteyê bi navê Ebdil Mihemed el-Şêxanî li gel mîqdarek teqemenî hate girtin.Ev kes bi eslê xwe ji Babê ye û li Entab û Cerablûsê ji alî MIT ve hatiye perwerdekirin. Yek ji plansaz û kiryarên êrîşên terorî yên li Minbic’ê ye.
2- Dî dîroka 10’ê Tîrmeha 2018’an de Mehmûd Evdilqadir Beko li gel teqemeniya ku ji êrîşê hatibû amadekirin hate girtin. Bi eslê xwe ji Babê ye û di êrîşên terorî yên li Minbic’ê weke kurye hatibû erkdarkirin.
3- Di dîroka 12’ê Tîrmeha 2018’an de çeteyê bi navê Ratib Mihemed Berkel ku yek ji kesên ku ji alî MIT ve hatiye perwerdekirin e hate girtin. Di meha Çile de êrîşeke teqemenî ya ku di hundirê hoparlor (bafle) de veşartibû pêk anî.
4- Di dîroka 14’ê Tîrmeha 2018’an de çeteyê bi navê Ebûd hate girtin. Ev kes di meha Sibatê de teqemeniya ku di hundirê makîneya ava fêkiyan de veşartibû ji Cerablûs anî Minbic û ev êrîş pêk anî.
5- Li gel çeteyên ku hatine girtin mîqdarek zêde amûrên teqemenî, funye û korteks, teqemeniya ku di hundirê sarincekê de ji bo êrîşê hatibû amadekirin, çek, cebilxane û dokumanên cûr be cûr hatiye desteserkirin.
Di demeke ku DAIŞ dike xaka dawî ya di bin kontrola xwe de winda bike de, êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser sînorên me û ev faalîyetên terorî, nîşaneya tifaqa di navbera wê û DAIŞ’ê de ye. Em destnîşan dikin ku dewleta Tirk a dagirker, bi hedefgirtina herêmên weke Reqa û Minbic yên ku nufûsa Ereb tê de serwer in wê tu caran bi ser nekeve û negihîje armancên xwe. Wê hêzên me di vî warî de bi her awayî tedbîr bigirin û li gor pêwîst tevbigerin. Hewldana avakirina qeyranê di herêmên me de hewldanek vala û bê encam e. Rêxistinkirina faalîyetên terorî yên di herêmên di bin serweriya Hêzên Sûriya Demokratîk de sûdê dide DAIŞ’ê û emrê wê dirêj dike.