EDÎRNE – Li ser sînorê Edîrne û Yewnanîstan’ê li herêma Çemê Merîçê 3 pênaber ji serma qefilîn û jiyana xwe ji dest dan. Di 5 rojên dawî de 713 penaber vegeriyan Tirkiye’yê.
Li ser sînorê Merîçê yê di navbera Edîrne û Yewnanîstanê de 3 penaberên ku Yewnanîstan cilê wan ji wan kirin û paşve şandin li ser sînor ji serma qefilîn û jiyana xwe ji dest dan. Hat diyar kirin ku polîsên Yewnan cil û telefonên pênaberan ji wan girtine û ew dîsa paşve şandine Tirkiye’yê. Hat zanîn ku di 5 rojên dawî de 713 pênaber paşve hatine şandin. Hat destnîşankirin ku piraniya penaberan ji Afganistan û Surî ne. Hat zanîn ku li Gundên Akçadam û Adasarhanli yên Merîça Edîrneyê di nava 2 rojan de 3 cesedên penaberên mêr hatine dîtin. Di lêpirsînê de hat diyar kirin ku penaber ji serma qefilîne û jiyana xwe ji dest dane.