HPG’ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên 2 û 3 Kanûnê agahî da û diyar kir ku zerar û ziyan negihiştiye hêzên wan.
NAVENDA NÛÇEYAN- HPG’ê li ser bomberdûmana balafirên şer ên 2 û 3 Kanûnê agahî da û diyar kir ku zerar û ziyan negihiştiye hêzên wan.
Daxuyaniya HPG wiha ye:
2’ê Kanûnê saet 10’an, qada Qesrokê ya herêma Heftanînê bombe kirin.
3’ê Kanûnê saet 15:45’an qada Gundê Filleha ya herêma Zapê, saet 18:00 girê Cehennemê û saet 22:00 jî qada Karker bombe kirin.
Heman rojê saet 06:00 qada Zendûra ya Metîna, saet 17:20’î jî girê Heqarî bomberdûman kirin. Ji ber bomberdûmanê zerar negihişt hêzên me.