Hamza MUNZUR
Di dîrokê de li cîhanê carina hinek kes derdikevin, bi sekna xwe, bi çalakiyên xwe, bi helwest û gotinên xwe ji hinek pêvajoyan re bandorekê mezin dikin. Carina ev kes mirovekê zanîstê dibe carina hûnermendek, carina siyasetmedarek, carina jî Şoreşgerek, lê her tim kesayetên wisa ji nav civakê derdikevin û dibin dengê bindestan, dengê gelan. Bi sekna xwe ji bertekên civakê ku li dijî polîtikayên serdestan bilind bûye û tê tepisandin bûye dibin pêşengek. Pêşengtiyek wisa her tim wêrektî daye civakan ku li dijî zilma serdestan rabin ser piyan. Navên wisa ku bi nasnameyên xwe deriyên pêvajoyên xitimandî vekiriye di boriya jiyanê/a xwe de jî her tim di nav têkoşînekê bêhempa de bûne. Li hember serdestan mafên mirovatiyê, mafên bindestan, mafên gelan parastine û bi jiyana xwe bûne berxwêderekê. Ji bo mirovên wisa ji beriya her tiştê azadî, heqîqet û wekhevîtî hatiye, li gor pêvîstiyên deme geh di raperîna kolanan de herî pêş de cihê xwe girtine, geh canê xwe razandine ber mirinê.
Belê Rêberê Gelan Abdullah OCALAN ev sê sale di bin tecrîdekê giran de ye û êdî hatiye astekê wisa ku sebra tu kesê li hember vê zilmê nemaye. Gelê Kurd û dostên wan li hember vê tecrîdê nerihetin û daxwaza azadiya Rêberê Gelan Abdullah OCALAN ji aliy3e her derdorê civakê ve bi dengekê bilind tê berzkirin. Lê serdestan çi bersiva vê daxwazê didin çi jî ji vê denge re dikarin tehemmul bikin. Yê ku denge xwe derdixin jî ji aliye dewleta Tirk ve tê tepisandi û bi zextek mezin asteng tê kirin. Vaye di pêvajoyek wiha de Leyla Guven ji dengê civakê re nunertî dike, di heman deme de jî bû pêşengek ji bo gele Kurd Bi çalakiya xwe Di hemû bajaran de berxwedanek destpêkir. Daxwaza Azadiya Rêberê Gelê Kurd yê ku ji aliyê serdestan ve nedihat bîhistin niha zêdetir belav dibe. Leyla Guven bi çalakiya xwe erka rêhevaltiyê, erkê pêşengen xwe re xwedî derketinê leyîstiye. Leyla Guven bi vîjdanê xwe ya ku bi salana di têkoşîna gelê Kurd re pêşengtî, nunertî kiriye derketiyê rê û wek Çar’an, wek Mazlum’an, Kemal Pîr û Xeyrî’yan ji dewleta dagirker re peyama hun nikarin me radest bigrin, hûn nikarin tu vîna gelan di zindanan de rehîn bigrin daye. Di heman demê ji gelan re, ji ciwanan re, ji jinan re hişyariya ‘ Heya Rêber APO azad nebe ne gengaz e ku kes azad be’ daye.
Leyla Guven bi vijdanê xwe destpê berxwedana greva birçîbûyinê kir û ev berxwedana wê îro pêl bi pêl mezin dibe. Dİlopek ji behre bû, lê bi rola derdo berxwedanê de civak komkirinê ev dilop xwe diherîkine gerdûnê. Mirov dikare beje ku çalakiya Leyla Guven ji niha ve er bi serkeftine ve diçe. Hêviya serkeftinê bilind dike. Pêvîste wek ciwan, jin, kedkar, bindest, xwendekar, karker di derdora vê çalakiyê de hêj zêdetir kom bibin û hêviya ku Leyla Guven bû çîruska wê em bigihêjin serkeftinê. Rê û vebijêrkên cureya çalakiyan gelekin, ne tenê bi greva birçîbûnê em wek kesên derve, ciwanên di kolanan de, di zaningehan de, di kargehan de li her cihê bi cure cure çalakiyan ve xwedî vê daxwazê derkevin da ku hesreta salan xilas be.