Komcivîna Li Ser Efrîn’ê Bi Encamnameyekê Dawî Bû

Komcivîna navdewletî ya der barê qirkirina nijadî û guhertina demgorafî li Efrînê 2-3-4‘ê Kanûnê li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo hatin lidarxistin bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

QAMIŞLO-Komcivîna navdewletî ya der barê qirkirina nijadî û guhertina demgorafî li Efrînê 2-3-4‘ê Kanûnê li navçeya Amûdê ya kantona Qamişlo hatin lidarxistin bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.

Encamname ji aliyê Profêsora dîroka nûjen û pispora karûbarên Îran, Tirkiye û dozên Rojhilata Navîn Fereh Sabir ve hate xwendin.

Encamname wiha ye:

“Piştî dagirkirina Efrînê ji aliyê Tirkiyê û çeteyên wê ve, Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk bi tevlêbûna hejmarek navendên belgekirin û rêxistinkirinên hiqûqî dest bi belgekirina binpêkirinan, navên qurbaniyên sivîl ên şehîd û birîndar, her wiha wêrankirinê kirin.

Her wiha êrîşên li dijî kadoryên tenduristiyê, saziyên giştî û deverên çalakî wekî dibistan, firne, xetên ava vexwarinê, deverên şûnwarî, konvoyên piştgiriyê yên ji herêmên Bakurê Sûriyê diçûn Efrînê ku bûn hedefa êrîşên dewleta Tirk ên ne mirovî hatin belgekirin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê piştî ku Efrîn dagir kirin rewşeke dagirkirî ferz kirin, ku hewl didin bi vê yekê beşek ji xaka Sûriyê tev li Tirkiyê bike. Li ser vê desthilatdariya dagirkeriyê û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li dijî niştecihên resen berdewam kirin, polîtîkeyên koçberkirin, revandin, kuştin, dizî desteserkirina mal û milkên welatiyan, li gel wê polîtîkeyên asîmîlekirinê  dane meşandin. Navên gund, bajarok û deverên dîtir guherîn Tirkî, meteryalên zimanê Tirkî li dibistanan ferz kirin. Her wiha deverên dîrokî ku nasnameya şarestaniya herêmê diyar dike rûxandin, bi wateyek din endizyariya demografîk li gorî siyaseta dagirkeriya Tirkiyê  ji nû ve xêz dike.

Ji ber xeteriya polîtîkeya qirkirina nejadî û guhertina demografîk li Efrînê û her wiha  li gel bêdengiya civaka navdewletî ya li hemberî van polîtîkeyan wekî Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk me pêwîstî bi lidarxistina komcivîneke navdewletî dît ku binpêkirinên Tirkiyê yên li dijî gelê Efrînê teşîr bikin û dengê gelê Efrînê, belgekirina dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê bighînin civaka navdewletî rêxistin û desteyên mafê mirovan.

Komcivîna me bi amadebûna zêdeyî 150 akademisyên, siyasetmedar, hiqûqnas li dar ket, her wiha hin kesayetên din ji deverên cîhanê bi rêya skype û qeydên dîmen beşdarî komcivînê bûn.

Di van nîqaşan de çawaniya rawestandina guhertina demografîk hatin gotûbêjkirin û gavên ber bi rizgarkirina Efrînê ve bi hemû rêbazên siyasî, çandî, aborî, civakî û dîrokî hatin nîqaşkirin.

Piştî nîqaşên berfireh me li ser van pêşniyaran li hev kirin.

– Ta dagirker ji Efrînê were qewitandin Komcivîn, kongre li welatên xwedî giraniyeke herêmî û navdewletî werin lidarxistin. Navend amade ye ku piştgiriya van çalakiyan bike.

-Komîteyek ji hemû û nasnameyên cuda were avakirin da ku biryar û pêşniyarên komcivînê bişopînin.

-Navenda belgekirina kiryarên Tirkiyê li Efrînê were vekirin.

-Xebatên doplomasî li rêxistinên fermî û yên ne fermî ji bo Efrînê bêne xurtkirin.

-Komîteyeke qanûnî were avakirin, erka komîteyê gilînameyan radestî dadgehên navdewletî bike û binpêkirinan li gel saziyên hiqûqî yên navdewletî û rêxistinên civaka navdewletî belge bike.

-Saziyek ragihandinê were avakirin ku binpêkirinên dewleta Tirk teşhîr bike.

-Piştgirî bi gav û tedbîrên ku vegera niştecihên Efrînê li warê xwe mîsoger bike bê kirin. Her wiha milkên şêniyên Efrînê ku hatine desteserkirin li gorî rêbazên rewa û qanûnên navdewletî û peymanên mirovî were vegerandin.

-Bang li gelê Kurd, gelê Sûriyê û dostên wê werin kirin ku çalakiyên xwe yên bi armanca rizgarkirina Efrînê (Çiyayê Kurmênc) xurt bikin û rojek wekî piştgiriya Efrînê were ragihandin.

-Banga ferzkirina qedexekirina hawayî li herêmên Bakurê Sûriyê bê kirin da ku tecrûbeya Efrînê neyê dûbarekirin.

-Navên fermandarên leşkerî yên Tirkiyê û çeteyên wê ku êrîşî Efrînê kirine werin belgekirin da ku sewqî dadgeha navdewletî werin kirin.

-Bang saziyên mafê mirovan ên navdewletî were kirin da ku bi awayekî lezgîn alîkariyê ji şêniyên Efîrnê re yên li Şehbayê bişînin.”

Nivîsa Pêş