Bi hezaran şêniyên Kobanê bi dirûşmeya “Bi hev re em ê tecrîdê bişikînin, dîktatoriyetê hilweşînin û neteweya demokratîk ava bikin” li Qada Jinên Azad çalakiyekê lidarxistin.
KOBANÊ- Bi hezaran şêniyên Kobanê bi dirûşmeya “Bi hev re em ê tecrîdê bişikînin, dîktatoriyetê hilweşînin û neteweya demokratîk ava bikin” li Qada Jinên Azad kom bûn. Şêniyan wêneyên şehîdan, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên şermezarkirina bêdengiya li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan.
Meş ji Qada Jina Azad dest pê kir û li Qada Şehîd Egîd a nêzî sînorê di navbera Sûriya û Bakurê Kurdistanê de veguherî mitîngê. Di meşê de hêzên Parastina Civakî (HPC) li derdora qadê erka xwe ya parastinê pêk anî.
Di mitîngê de ji rêveberên PYD`ê Ayşe Efendî axivî û destnîşan kir ku rêberekî wekî Ocalan di girtîgehê de ye, hemû cîhan bê deng e û tu helwestan nîşan nade, ma gelo hemû cîhan nabîne ku çawa bi milyonan gel û bi awayekî rojane ji bo azadiya wî dadikevin qadan? Her wiha diyar kir ku ev qanûn li gorî berjewendiyan têne bikaranîn.
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarokê Sirînê Hisên Elî teqez kir ku projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate pêşkêşkirin, xizmeta dewletên cîran nake û wiha got: “Her çi qas em rêxistin û girêdanên xwe zêde bikin, ev yek xetereya li ser sîstemên desthilatdar û dîktator li herêmê zêde dike. Rêya ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye diyarkirin, a rast e.”