NAVENDA NUÇEYAN – 15’emîn Konferansa Kurd li Parlamenta Ewrûpayê dest pê kir. Di konferansê de parêzvanên mafên mirovan axivîn. Nûnerên Komalaya Mafê Mirovan ÎHD’ê bal kişandin ser rewşa mafên mirovan a li Tirkiye’yê û diyar kirin ku li Tirkiyeyê hiqûq û destûra bingehîn nemaye.
Bi tevlêbûna parazvanên mafên mirovan, rewşenbir, siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civakî 15’emîn Konferansa Kurd li Parlamenta Ewrûpayê ya Burukselê pêk hat. Di konferansê de parêzvanên mafên mirovan axivîn û bal kişandin ser pirsgirên li Tirkiyeyê. Parêzvanê mafên mirovan Akin Bîrdal, Hevseroka Şaxê ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî, Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, parêzerê Ocalan Îbrahîm Bîlmez, ji Elmanyayê Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Hiqûqnasan ji bo Mafên Mirovan û Demokrasiyê li Ewropayê (ELDH) Thomas Schmîdt, ji Îtalyayê Sekreterê Giştî yê Dadgeha Gel a Daîmî Gîannî Tognonî li panelê axivîn. Panela destpêkê ya konferansê bi navê “Tirkiye bûye dewleteke ku ji hiqûqê bêpar maye” pêk hat.
PARÊZER BÎLMEZ: LI ÎMRALIYÊ TECRÎDA MUTLEQ HEYE
Moderatorê panela duyemîn parêzer Heîke Geîsweîd, mafê axaftinê da parêzerê Ocalan û endamê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez. Bîlmez diyar kir, li Îmraliyê her tişt hîn xerabtir dibe û got: “Tirkiye êdî dewleteke hiqûqê nîne. Dewleteke qanûnê nîne.” Bîlmez, da zanîn ku hemû bûyerên diqewimin bi nêzîkatiya li Ocalan ve girêdayî ye û got: “Bêhiqûqiya li Îmraliyê bi komploya 1999’an dest pê kir.” Bîlmez anî ziman, ne mercên girtina Ocalan, ne jî dadgeha hate avakirin, ne adîl û ne hiqûqî ye. Ocalan bi salan e nikare kesî bibîne. Li Îmraliyê tecrîdeke mutleq heye. Li Îmraliyê hiqûq nîne, bê hiqûqî heye. Eger wê rexne li Tirkiyeyê bê kirin, divê di wexta xwe de were kirin. Naxwe piştî ku AKP’ê û lîderê wê sîstema xwe avakirin, her gotina bê gotin wê bê wate be.”
Sekreterê Giştî yê ELDH’ê Thomas Schmîdt jî diyar kir, ew dixwazin sînyaleke xurt bidin Tirkiye û Yekîtiya Ewropayê. Schmîdt bal kişand ser biryara Dîwana Edaletê ya Ewropayê ya li ser PKK’ê û got: “Gelo Yekîtiya Ewropa çima vê biryarê ji nedîtî ve tê?” Schmîdt binpêkirina hiqûqê ya li Tirkiyeyê nirxand.