Ji bo dawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û piştgiriya parlementera HDP’ê Leyla Guven a ku di greva birçîbûnê de ye, li Wan û Amed’ê greva birçîbûnê hatibû destpêkirin.
Çalakiya greva birçîbûnê yê Wan’ê ku ji aliyê parlementerên HDP’ê Saît Dede, Mûazzez Orhan û Mûrat Sarisaç hatibû destpêkirin bi daxuyaniya çapemeniyê ya girseyî bi dawî bû.
Greva birçîbûnê ya Amed’ê ku ji aliyê parlamenterên HDP’ê Selçûk Mizrakli, Dersim Dag, Remziye Tosûn, Semra Guzel, Mûsa Farîsogûllari û Saliha Aydeniz ya li Salona Konferansê ya Vedat Aydin a li avahiya HDP’ê ya Amedê dabûn despêkirin jî bi daxuyaniyekê hat qedandin.
Li her du bajaran de ji çalakvanan gotin ku; em ê berxwedana Leyla Guven mezintir bikin. Em ê heya daxwaza Leyla Guven pêk were di nav têkoşînê de bibin.