Greve birçîbûnê wekî “terzê îfadekirinê yê kesekî yan jî komekî ku li ser esasê biryarên xwe daxwaza şenber a ku danînê pêşiya xwe” tê pênasekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN- Greve birçîbûnê wekî “terzê îfadekirinê yê kesekî yan jî komekî ku li ser esasê biryarên xwe daxwaza şenber a ku danînê pêşiya xwe” tê pênasekirin.
Di danezana Maltayê ya ku ji bo bijîşkên ku kesên di greva birçîbûnê de ne dişopînin û bi tedawiya wan re eleqedar dibin wekî belgeyekî qanûna bingehîn a rê nîşan dide ye û kesên dikevin greva birçîbûnê jî wekî “kesên ku di warê zihnî de ehlin, bi îradeya xwe ve biryar dane ji ber vê yekê jî ji bo demeke xwarin û tiştên avî qebûl nake” tê pênasekirin.
Tê gotin ku bi gelemperî kesên ku li girtîgehan e “azadiya wan ji destên wan tê girtin” û “ji bilî bedena mirov tiştekî wî/ê yê din namîne” serî li greva birçîbûnê tê dayîn
DAXWAZÊN KESÊN DI GREVÊ DE NE ÇI NE?
Dema li dîroka greva birçîbûnê tê nêrin, daxwazên kesên di grevê de ne ji ber mafên wan ên bingehîn û xwezayî hatine binpêkirin derdikevin holê. Xala bingehîn jî daxwazên kesên di grevê de ne ne tenê wan gelek aliyên civakê eleqedar dike.
Rêberê Tevgera Xweser ê Hîndîstanê Mahatma Gandi, di cîhana moderen de wekî rêberê greva birçîbûnê tê naskirin. Çalakiyên Gandi yên bi dawxaza “xweseriyê” riya herî bibandor a di çongdanîna Îngilîstanê de bû.
Di sala 1970’an de şervanên İRA li girtîgehê greva birçîbûnê dan dest pêkirin, “statuya girityên siyasî” xwestin û biçalakiya xwe statuya siyasî girtine.
Di sala 1980’î de kadroyên avakar ên PKK’ê li dijî îşkenceyên giran ên li Girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin.Di encama berxwedanê de çar pêşengên gele Kurd şehîd ketin. Lê bi berxwedayina xwe denge işkenceyên zindana Amed’ê gihiştandin her derê. Bi berxwedana wan têkoşîna Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê hêj mezintir bû. Ango bi çalakiyên xwe navê Kurd û Kurdistan’ê cîhanê belav kirin.
Dîsa di sala 2000’î de grevên birçîbûnê yên li girtîgehên Tirkiyeyê hat destpêkirin û bi navê “Vegera jiyanê” hat çewisandin li dijî şert û mercên girtîgehan hatibû destpêkirin. Girtiyên ku li hember girtigehên Tipa F derdiketin çalakiyekê wiha pêk anîtibûn. Li gelek bajarên Tirkiye û di gelek zindanan de li dijî vê berxwedanê dewleta faşist êrîş kir û 30 girti bi hovane hatin şehîd xistin.
Girtiyên KCK û PKK’ê bi daxwaza “Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan” di sala 2012’yan de grevekê birçîbûnê dan destpêkirin.Ev berxwedan jî bi çalakiya xwe di dîrokê de rolekê mezin leyîst û hişt ku pêvajoya 3 salan a agirbestê bê destpêkirin. Piştê ku êdî çalakiya grêvê hatibû asta şehadete û li her derê li dijî bêbersiviya dewleta Tirk bertek dihat nîşandan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin hat destpêkirin û bi bangawaziya Ocalan çalaki hat qedandin.
Piştê ku dek û dolabên Tirkiye derket holê ku AKP û Erdoğan ji bo berjewendiyên xwe yên hilbijartinan ev pêvajo xwestiye bikar bîne êrîş û şerekê dijwar dîsa destpêkir. Ya rast êrîşa yekem ji îmraliyê dabûn destpêkirin. Hevdîtinên parêzeran û malbatan bi Rêberê gelan re hat asteng kirin. Tecrîdekê giran ji aliyê hêzên metinger û faşist ve dîsa ket meriyetê. Di 2017 de pişte ku şanoya hewldana darbeyê li Tirkiye çêbû Gelê Kurd xwest ku tecrîd were rakirin û ji Rêber’ê Gelan agahî were girtin. Di heman deme de Azadiya Rêberê xwe jî bidengekê bilind berz dikirin. Lê bele dewleta Tirk besiv neda vê daxwazê. Ji ber vê Siyasetmedarên Kurd li Amed’ê greva birçîbûyinek din dan destpêkirin. Bi vê berxwedanê jî tecrîd ji milekê ve hat şikinandin û birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan çû serdana Ocalan û hevdîtin pêk anît.
Di 2017’de Gulmen û Ozakça yên hatine îxrackirin jî bi daxwaza “em karê xwe dixwazin” dest bi grevê kiribûn, daxwaza vekirina riya darazê dikirin. Daxwazên Gulmen û Ozakça, hemû kedkarên hatine îxraçkirin û malbatên wan, vekirina riya darazê digirt nava xwe. Demek dirêj çalakiya xwe berdewam kirin û di dema çalakiyê de jî gelek zext dîtin û hatin girtin.
Her wiha di dîrokê de gelek kes ji bo mafên xwe, ji bo mafê giştî li gelek welatan de ketine greva bîrçîbûnê. Herî dawî jî ji nûnerên Gelê Kurd Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ku di heman demê de parlementera Colemêrg’ê ye, li zindana Amed’ê li dijî Tecrîda giran li ser Rêber Abdullah Ocalan çalakiyekê greva birçîbûnê da destpêkirin. Çalakiya Leyla Guven di roja xwe ya 29 de berdewam dike. Li gelek bajar û welatan de jî bi daxwaza Leyla Guven, çalakiyên piştgiriyê tê kirin. Lê dewleta dagirker vê berxwedanê ji nedîtî ve tê. Berxwedana Leyla Guven pêl bi pêl belav dibe.