AMED
Meclîsên Ciwanan yê HDP pişte hilbijartinên giştî yê 24 Hezîranê, bi konferansên xwe ya ku li bajarên Kurdistan û Tirkiye’yê di nav tempoyekê de bû ku belavbûna rêxistinbûyina ciwanan kom bike û gavek bide derbaskirin. Konferansên ku li bajaran hatibû kirin ji bo pirsgirekên herêmî were derbaskirin pêngavekÊ ciddî bû. Di encamê de jî wisa bû Jixwe bi piranî pirsgireka ciwanan ê sereke yên herêmî bêrêxîstîbûyin û dejenerebûyina ku bêrêxistinî bi xwe re anîtibû bû. Jirêderketina çandî û exlaqî yê ciwanan ê ku ji ber politikayên qirêj yê dewleta Tirk bandor bibû wekê rojê di holê de bû. Ji bo ji vê çûyinê re ciwanan bikaribe beje ‘’Êdî Bes e’’ mudaxaleyek pêvîst bû.
Konferansan Ciwanan Xist Tevgerê
Ji bo ku konferansên herêmi bi coş û bihêz derbas bibe Meclîsên Ciwanan giranî dabû xebatên girseyî. Bi taybet jî konferansên ku li bajarên Kurdistan’ê û metropolên Tirkiye yên ku gelek Kurd tê de dijîn hatibû çêkirin, him ji bo Konferansa Amed’ê yê ku 25 Mijdarê de bihata çêkirin him jî diyarkirina erka ciwanan ji vir şunde bibû referans. Ji bo rêgezên bingehîn were fêm kirin tevlêbûna ciwanan yê konferansê pêvîstiyek girîng bû. Asta ku ji Konferansan hat girrtin ji bo kongreya mezin bû xercekê.
Kongre Çîruskên Pêvajoya Nû Ji Guhê Me Re Digot
Kongreya ku li Amed’ê kombibû ji bo guhertina herikandina dîrokê xwedî potansiyelek bû. Ciwanên ku di nav vê şertên dîktatoryaya faşist de ji çar parçeyên Kurdistan’ê û bajarên Tirkiye’yê hatibûn kesên biwêrek bûn. Di pêvajoyek ku evqas zext û tundiya dewletê asta herî jor de bû hatina cem hev û encax çalakiya mirovên egîd û wêrek bû. Dema mirov tabloya Amed’ê binêre germahiya hêviyê hîsnekirin negengaz bû. Mirov li derveyê armancên siyasî jî binirxîne, hembêz kirina evqas kesên ji katmanên cuda, çîruskên pêvajoya nû ji guhê me re digot.
Cewhera Kongreyê: ’Çi Bibe Bila Bibe Wê Dawî Bêhempa Bibe’’
Salona ku Kongre dihat çêkirin ji ber tevlêbûna hêjmarekê zêde heya deve xwe tije bibû. Wisa bû ku kesên li ser piyan yê runîştî zêdetir bû. Dîsa çar aliya dîwarên salonê bi pankartên ku ji her derdorê re hitap dikir hatibû xemilandin. Bi taybet jî diruşma ‘’Çi Bibe Bila Bibe Wê Dawî Bêhempa Bibe’’ wekî ku cewhera Kongreyê derdixist pêş. Dîsa pankartên ku di girîngiya têkoşina Jinên Ciwan de bû hatibû daliqandin bi coşa salonê re dimeşiya.
Gotina ‘’Rêberê Gelan Brêz Abdullah Ocalan’’ Meraq Da Avakirin
Dîsa gotina endamê Ciwanên Demokrat yê ku ji Rojhilat’ê Kurdistan’ê tevlê kongreye bibû Peçewa Alîpur ‘’Kurdistan ne çar parçeye, yek parçeye. Yê ku çar parçenin neyarên Kurdistan’ê ne’’, him ji bo kesên tev lê kongreye bibûn him jî ji bo dîroka metingeriya Kurdistan’ê gotinekê girîng bû. Gotina Alîpur bi deqqeyan li ser piyan hat çepik kirin û nirxek girîng dît. Xwestek û hêviya endamê Ciwanên Komînîst yê Kurdistan’ê Rêbaz Haşîm yê ku ji Başûr’ê Kurdistan’ê hatibû li ser ciwanan bi eleqeyekê cîddî ve hat pêşwazî kirin. Dîsa peyama Tevgera Ciwanên Şoreşger û Tevgera Ciwanên Jinên Şoreşger yê Suriye di salonê de hevayekê bi bandor kir. Bi taybet gotina ‘’ Divê pêvajoya zehmet de pêkanîtina kongreyekê wiha wêrektiyek mezin dixwaze. Em hêvî dikin ku ev kongre ji bo ciwanên Kurdistan û Tirkiye’yê bibe destpêkekê pêvajoyekê nû’’ xwebaverbûyinek derxist holê. Herî dawî jî dema xwendina peyama Înîsiyatîfa Ciwanên Rojhilata Navîn de têkoşîna ciwanan yê ku bi salane ji dîrokê re rê nişan dide hêviya ku di çavên ciwanan de avakir dihat dîtin. Gotina di peyamê de ‘’Rêberê Gelan Brêz Abdullah Ocalan’’ di ciwanên salonê de meraqa ku Rêber Ocalan çawa wisa bandor li ser ciwanên Rojhilata Navîn kiriye diderxist holê.
Ciwanan Yekemîn Dayikên Aşîtiyê Pîroz Kir
Jiber ku mijara esasî yê kongreyê rakirina tecrîda giran li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû tevlêbûna ji qatmanên din pir girîng bû. Bi taybet jî tevlêbûna Înîsiyatifa Dayikên Aşitiyê ji aliye ciwanan ve wek çavkaniya rumet û şanaziyê hat dîtin. Jixwe pişte ku rêveberiya nû hat xwendin yê ku destpêkê ciwanan pîrozkirin jî dayik bûn. Dîsa Ciwanên ku ji Rojhilat û Başûr’ê Kurdistan’ê tev lê bibûn rêveeriya nû pîroz kirin û piştgiriya xwe diyar kirin.
Baş e Niha Çi Bibe
Baş e niha çi bibe? Ya rast jixwe Meclîsa Ciwanan bi vesileya hilbijartinên 24 Hezîranê xebatekê rêxistinkirinê dabûn destpêkirin. Viya bi konferansên bajaran ve dewlemend kirin û bi kongreya Amed’ê jî tacîdar kirin. Biryarên k udi kongreye de hatin girtin ji bo firehkirina qadên têkoşîna ciwanan yek biyek derbasê pratîkê bibe. Vana wê bibin xebatên çandî û aktîvîteyên civakî ne. Ev faaliyet wê hewldanên dewleta Tirk yê dejenekirina exlaqî û çandî li ser ciwanan bertaraf bike. Jixwe civakekê ku ciwanên wan jirêderketinê re rû bi rû maye mirov nikare bendewariyekê erênî de bibe. Dîrok viya ji me re her kêliyê de nişan daye. Ji berku ciwanên Kurd jî ne derveyê vê rastîne ji bo wan jî derbasdar e. Lê bele xalê ku livir de mirov baldar bibe ew e ku Ciwanên Kurd şopdarê kî ne. Em behsa şopdarên Alî Çîçek’an, Cafer Yildiz’an û her wekî wana gelek lehangan dikin. Ji ber vê jî tora têkoşîna jivir şunde jî li ser vê nirxan were honandin û bigihêje serkeftinê.
NC-Rustem SÎNCER